• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demirtaş  daxwaz kir hevdîtinên aşîtiyê berdewam bikin

Demirtaş daxwaz kir hevdîtinên aşîtiyê berdewam bikin


barkirin: Pûşper 31, 2015, 5:30


Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demirtaş daxuyand ku rêya rizgariya ji rewşa şer tenê û tenê berdewamkirina hevdîtinên aştiyê ye û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku vegerin ser maseya hevdîtinan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş îro li Parlamena tirkiyê bi serokê odeyên esnaf û hunerkaran re hevdîtinek pêkanî. Demirtaş diyar kir ku peyam îro bidin gelek giringe û got: ”Ez bawerim ku derdê me hemûyan yeke. Divê em dest bidin hev, wê demê ti derd nîne ku em çareser nekin. Hewldana we ya aştiyê jî gelekî pîroz e. Weke HDP em xwedî li tevahiya daxwazên aştiyê derdikevin.” Demirtaş destnîşan kir ku eger dengê gel ê heqaniyetê bi xurtî derkeve, hem siyasetmedar, hem jî Qendîl wê guh bidin dengê gel û xwest sivîl dengê xwe yê li dijî şer bilindtir bikin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê daxuyand ku rêya tenê ya vegera aştiyê muzakere ye û got, “Rêya tenê ya rizgariya ji vê rewşê hevdîtnin û diyaloge. Pêwîste pêvajoya diyalog û çareseriyê ya ku ev sê sal in bi kêmanî û pirsgirêkên xwe re dimeşiya, ji nû ve destpê bike. Divê çek neteqin. Ji bo PKK’ê jî ji bo dewletê jî dibêjim axaftin û diyalog ne tiştekî şkestina rûmetê ye. Li şûna banga teslîmbûnê, banga vexwendina li dora maseyê, hîn bêhtir exlaqî û wijdanî ye. Divê em bêjin bila ev pirsgirêk bi temamî li ser maseyê bê çareserkirin.” Demirtaş amaje bi wêyekê jî kir ku bi rakirina parêzbendiya hiqûqî ya parlamenteran siyaseta demokratîk derbe dixwe û got, “Her çend demokrasî zêde be, ew hinde jî çek û dijwarî wê kêm bibe. Her du di heman demê de nabe. Eger hûn rabin demokrasiyê bi sînor bikin û rêyên siyasetê bixetimînin, hingî hûn destekê didin tundutîjiyê. Ji bilî Xwedê tirsa me ji kesî nîne. Me soza aştiyê daye gelê xwe. Em ji bo serxistina vê kar dikin.” Selahattin Demirtaş bi bîr xist ku 6 mîlyon kesan deng daye partiya wan, bi malbatên wan û bi kesên deng nedane lê ji bo wan dua kirine, li dijî hemû heqiyan li be xwe bidin û got, “Em Em dikarin xwe bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane biparêzin. Vîna gel a li pişt me têra vê dike. Ev meş dibe ku carna berjêr û berjor bibe. Bila ti kes nekeve nava hewldanên xitimandina rê û rêbazên demokratîk. Pêwîste vegera li çekê weke alternatîfekê neyê dîtin.”

 

Rewanbêj/Brusk Mîksî

dîtin: 521

Pêveker:

demirtaş daxwaz kir hevdîtinên aşîtiyê berdewam bikin