• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demirtaş ; Li Cizîrê term li erdêne, birîndar ji windakirina xwînê dimrin

Demirtaş ; Li Cizîrê term li erdêne, birîndar ji windakirina xwînê dimrin


barkirin: Êlûn 10, 2015, 2:14


Meşa nûnerên Kurd yên HDP berbi Cizîrê ve didome. Berî bi 1 kîlometrî hemî parlementerên HDP ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Hate diyarkirin ku bi hezaran kes ji Hezexê berbi koma HDP ve ketin rêkê.
Demirtaş ji rojnamevanan re axifî û weha got; `Li Cizîrê termên mirovan li erdê ne. birîndar ji windakirina xwînê dimrin. Ne Rojavayê Tirkiyê ne raya giştî ya navnetewî di vî alî de hişyariyê pêşan nade. Em ji vêya re bêdeng namînin. Li her deverê di mijara Cizîrê de çi ji destê kê tê ji bo avakirina hişyarbûnê divê têxê tevgerê. Kiryar gihştine asta hovîtiyê. Di vî warî de hikumet di nava biryareka şêtanede ye. Rewiştî û dadwerî divê berambera wê bête pirsîn. Eve jî tenê bi wêya dê pêk bê ku dengê Cizîrê bo cîhanê bête veguhestin.

 

dîtin: 353

Pêveker:

demirtaş li cizîrê term li erdêne birîndar ji windakirina xwînê dimrin