• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demukrasiya bê dewlet

Demukrasiya bê dewlet


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Rezber 19, 2015, 1:38


Pirsgirêkên ku îro di serî de li Sûriya û hemû dewletên heremê têne jiyankirin, pirsgirêka demukrasiyê ye. Ji ber ku ger demukrasî li van welatan heba, wê rewşa heyî negihiştiba vê asta ku em îro têde dijîn. Ango pergal û hişmendiya netew dewlet sersebebê hemû pirsgirêkên ku îro li heremê têne jiyankirin û ev hişmendî rojana canê bi deh mirovan li Sûriya dike qurbana desthilatiya xwe û gelê heremê jî fatûra vê yekê dide. Di serî de dema ku em îro rewşa Sûriyê bigrin dest, em baş dibînin ku rojane mirov têne kuştin, girtin û işkencekirin û gelek gund û bajar têne wêrankirin. Mirov pir bi erzanî têne qetilkirin û li ser xaka Sûriya îro şerê cîhanê yê siyemîn tê jiyankirin. Li gorî vê yekê hemû aliyên ku vî şerî didin meşandin, her yekî ji van li pey çiqarên xwe ketiye û ji bona wan kuştina mirovan bûye amûrê berdewamkirina desthilatiya xwe li ser heremê. Ji ber ku dewlet li ser ked û xwîna mirovan dijî û mezin dibe, ji bona wan jiyana mirovan ne girîng e. Lê belê ya girîng ew e ku çiqarê xwe li ser erdê biparêzin û ji bona vê yekê jî çi tê xwestin wê bikin. Ji ber ku îro herkes di bin navê şerê li dijî DAIŞ ê de hemû tiştî ji bona xwe mubah dibîne. Di serî de AKP ê di bin navê şerê DAIŞê de îro li ser gelê Kurd bi rengekî hovane komkojiyan pêktîne û rêjîma Esed jî di bin navê şerê li dijî DAIŞ ê de şerê gelê sivîl dike û pirsgirêka heyî hîn jî kûrtirdike. Derbasbûna Emrîka û Rûsiya û tevlîbûna wan mîna du hêzên sereke di şerê ku îro li ser xaka Sûriyê tê jiyankirin, rengekî din da şerê ku îro tê meşandin. Li gorî ku tê xuyakirin heyanî astekî hevsengî di navbera van herdû hêzan de heye û her aliyek dixwaze bi hêz û hevalbendên xwe re giraniya xwe deyne holê. Kurd li Sûriyê tekane hêzeke ku li hember DAIŞ ê tekoşîn dike û bi ser dikeve, lewre di çarçoveya rêkeftin li hemeber DAIŞ ê de dikare bi her hêzekî re têkilî û danustandinê bike. Ji bona gelê Kurd kîjan hêz rastiya gelê Kurd û mafê wî nasbike, ew hazirin di eniyeke demukrat de cihê xwe di şerê li hemberî DAIŞ ê de bigrin ji bona pêşeroja sûriyeke demukrat û azad cihê xwe bi rengekî aktîf bigrin. Bi hêviya ku em di hindirê jiyaneke demukrat, azad û bê dewlet de bi hev re bijîn.

dîtin: 218

Pêveker:

demukrasiya dewlet