• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dengbêjên Kurd û qedera Mêrxas û Serokên Kurd

Dengbêjên Kurd û qedera Mêrxas û Serokên Kurd


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Sermawêz 13, 2014, 10:32


Dema ew dest pê dikin, çav dikevin ser rû, dev û hereketa destên wan. Kes nikare bi bêbaldarî guhdarî wan neke. Ew sal bi sal, roj bi roj û peyv bi peyv li ser destan û serbihûriya qehremanên Kurdistanê geh diaxivin û geh jî stranan dibêjin. Ew kevalekî dineneqşînin ku hezar reng têde ne. Rûdanekê wisa bi xmil û rewş radixin ber çavan ku guhdar xwe têde dibînin û bi axîn û hesret li ser şikest û binketinên bûyerê diponijin. Geh hêsir û ken, geh xem û hîvî û carna jî xweziyên kûr û dûr xwe ber bi nava deryaya riha mirov de ber didin. Axîn û kedera di dengê wan de ji hêlekê û ji hêla din jî mijarên ku ew bi dengê xwe yê tije şewat li ser dibêjin û diaxivin, guhdaran jî bi xwe re dibine nava derya xem û xeyalên dîrokê. Êş û elemên jiyana civakê bi bîra me tînin. Ti pirsekê bêbersiv nahêlin û dawiya dawî digehin armanca xwe û weke dîrokzan û rêberên civakê paşerojeke tije ronahî li pêşberî me vedikin. Bi deng û hewarên xwe, bi rica û daxwazên tije hez û xwezî ji me dawa dikin ku navdarên xwe ji bîra nekin û rêça wan jî bidomînîn. Ew bi îsrar ji me dixwazin ku di cewherê kilamên wan de „peyamên veşartî“ bêne fam kirin û dîroka tije ked û xwîn neyê ji bîr kirin.

 

Belê…. Ez behsa dengbêjên Kurdistanê dikim. Dengbêjên ku dîroka me ya nivîskî deyndarê dîroka wan a devkî an jî şifahî ye.

 

Folklora me û dengbêj

Ew avakerên folklora me a kevnarin ku samanekî pir dewlemend yê dîroka me ye. Folklora Kurdî gelekî dewlemende, çimkî edebiyata me ya nivîsîkî ji ber sedemên siyasî an jî bêdewletbûnê zêde bihêz nebûye.

Li dera ku pênûs ji gera xebatê sekînîne, dengbêj, heyarbêj, lawejebêj û qesîdexwanên Kurd xem û şadî bi rêya dengê xwe tomar û sing bi sing gehandine me. Dema em baş guhdarî kilamên wan dikin, hingî rolê wan di hebûn û mayîna me de baştir kifş û dikeve ber çavan. Zimanê me bi xwîna qehremanên me û keda dengbêjên me hate parastin. Çimkî Kurda qirara jiyanê dabûn û hê jî dijîn.

Folklor wek dewlemendiyekê bû sedema parastina zimanê Kurdî û pêre jî bi rêya dengbêjan dewlemendî li ser xanên huner, wêje û dîroka me zêdetir bûn.

Ji ber ku dîroka me bi destê me nehatiye nivîsandin, gelek rastiyên wê di stranên dengbêj û çîrokên şifahî an jî wêjeya me a devkî de veşartîne.

 

Çira TV û destana Simko

Berî demekê ji Çira TV hevalê min Keleş Kiwêx wek pêşkêşvanê bernameya Koçika Çira ji min daxwaz kir ku li ser mijara serhildana lîderê nemir Simkoyê Şikak bibim mêvanê wî. Vê carê li rex serbihûriya malbata Simko û cihê eşîreta Şikak di dîroka siyasî a Kurdistan û Îranê de, wî xwest ku ez li ser nav, destkeft û qedera jiyana wî serokê Kurd jî biaxivim. Vê jî kir ku ez berê xwe bideme arşîva hunera Kurdî ka dengbêjên me li ser wî mêrxasê canfîda çi gotine û çawa behsa kar û nasnameya xebata wî a siyasî kirine.

Belkî cara yekê be ku ez dibînim ewqas dengbêjên navdar li ser qedera kesayetiyekî Kurd ewqas stranan bêjin. Şahkiro, Hecî Ebdulkerîm, Keremê Kor, Kazoyê Wanê, Kawîs Axa, Şukrî Rêkanî, Evdî, Birê Newrozî, Kawîs Mîlanî, Babê Ferhan, Şêx Çîlo, Pîr Xêyro, Zinarê Bapîrî, Şehram Dostanî û Mihemed Arifê Cizîrî her yek bi awayekî û bi devoka herêma xwe li ser serhildan, mêxasî, şehadet û xebata Simko, Cewer Axa û şervanên Şikak distire.

 

Çend xalên balkêş!

Dema em guhdarî dengbêjên Kurda dikin ka çawa li ser egîdekî xwe yên doza netewî distirin, xalên jêr balkêşin ku li vira ji hev bêne cuda kirin:

Ew stran tev tije peyvên xweşin ku bi peyvên zimanê Kurdî yên resen hatine gotin û edebiyateke dewlemend tê de heye.

Dengbêj sinoran nas nakin û tevî ku serhildana Simko li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye, lê ew li Şingal, Behdînan, Colemêrg, Mûş, Botan, Efrîn û Ûrmiyê jî behsa wê destana rastîn dikin. Ji zimanê wan tê kifşê ku her yek ji wan ji herêmeke Kurdistanê ye. Hinek ji Şingalê û ji zimanê Kurdên Êzdî behsa Simkoyê Şikakî dikin. Hinek ji Botanê, Serhedê, Ûrmiyê û Behdînan in.

Versiyonên wan stranan hinek ji hev cuda ne lê xala wan a hevpar vegotina mêrxasî û egîdiya şervanên Kurd ji hêlekê û necamêriya dagîrkeran ji hêla din e.

Ew bê cudatî navê lîstikvanên jin û mêr yên destanê bi bîra me tînin.

Dengbêj di van cûrê stranên xwe yên siyasî de eşq û heza Kurdistanî di şoreş an jî serhildana lîderekî Kurd de û nasnameya doza wî a netewî radixin ber çavan.

Dengbêj bi bilêvkirina hinek navan adres an jî navnîşanê lêkolînên berfirehtir li ser bûyerekê nîşanî me didin. Dema di strana li ser Îsmaîl û Cewer Axayê Şikak de navên weke: Muhteber, Gulîzar, Mirarî, Nazdarê, Temer axa, Xusrû, Xurşîd axa, Babê Feysel, Cewer axa, Babê Bozko, Gawirê şahê Ecem, Kerbela, Elî xanê Şikak, Mebrom xana keça Husên axayê Şikak, Cewer begê mîrê zirav, Kela Çariyê û hwd tên bihîstin, guhdar dixwaze wan kes û deran jî nas bike. Ev jî derî li ber lêkolîneke berfirehtir li ser gelek aliyên wê serhildanê vedike.

Dengbêj weke kesên dîrokzan û şehreza di zanista siyasî de jî pileya rewşenbîriya gelê civakê û lîderên serdema serhildanê bi bîra me tînin.

Îcar hûn dibînin ku tenê bihîstina stranekê bi qasî xwendina pirtûkekê zaniyariyan dide guhdarê xwe.

 

Stranek ji Şingalê

Cara yekê ye ku ez ji zimanê çend dengbêjên Kurd yên Êzdî ji herêma Şingalê kilamekê dibihîsim ku li ser Simko û şerê wî yê bi dewleta Îranê re hatiye gotin. Ew dengbêj wiha diqêrînin:

“ Bêje de lêlê, de lêlêê, lo bira şereka li me çêbû li Keleha Simaîl Axa, wê li waran.

Lo bira qaleka giran li me çêbû li xopana Çarliyanê li keleha Simaîl Axa, li Soma Biradostkiyan wê li waran.

Min dît Simaîl Axa kekê Guro, bavê Xusro top danî ser tekerlikan, berê topê dabû nav hiskerên Eyran(Îran)ê,

dabûn nav dijminan, nav neyaran.

Simaîl Axa li Xusro li Guro û Emerxan kire gazî: hûn karê xwe bikin, desthilînin, ji eşîra Êzdîxanê kesek li vê dinyayê nemaye, tev çûn şerê koçerên Ertûşiyan ji sihûd û îqbala min re, şerê van her du eşîran kete derdorên Wanê.”

Di bendeke din a wê stranê de em rastî rewşeke din jî tên:

Muhteberê digot Nazdarê por kurê nayê, ez kim û nakim dawî li kul û xemên vê dinyayê, li neyartî ya nava Kurdistaniyan nayê. Kul û kedera bêbextiya hakimtiya hewşa Şino, kula Simaîl Axa yê Şikakî, heta roja Qiyametê ji dilên me der nayê.

Bila sê kulên li ezmanan bikevin mala bavên Herikîyên Mêrgeverê, ez nizanim çima vê rojê li hawara Simaîl Axa yê Şikakî nayên. Ezê bi keleha Simaîl Axa diketim, min dît li me dabû sira bayê sibehan bayê hîne.

Min dêhna xwe dayê, Simaîl Axa li deşta Dîlemanê li rasta Sêmêlê, top danîbû ser tekerlikan, devê topê li hawîrdorên xwe digerîne.“

Xala herî balkêş li vira ewe ku dengbêj behsa tifaqa Kurdên Êzdî û şervanên Simko dike ku weke em dizanin du herêmên Ûrmiye û Şingal gelekî ji hev dûrin. Lê mêrxasî û armancên Simko wisa mezin bûne ku nav û dengê wî bi rêya dengêjên Kurd li her dera axa Kurdistanê belav dibe.

Bala xwe bidene benda dawiyê a wê stranê ku di nava Kurdên Êzdî de tê gotin:

Hevdalmecîd( Evdilmecîd ), bavê Xalid mezinê Êzdîxanê ney li male, vê rojê eşîra wî li cem me nîne. Eşîra Kardaran eşîreka xayîne, ew jî wekî Herikiyên Mirgeverê, fen û fûtan bi me dikin, ew jî me dixapîne, xwedanekî xêran tune ye, cewabekê bidin Emerxan û Necîmê bira, ji wan re bêjin li hawara Simayîl Axa werin, agir bi mala we ketîno, vê rojê li hewşa hakimiyeta Şino, derbeka bêbextiyê li bejina bavê Xusro, li bejna Simaîl Axa yê Şikakî xistîne, ort û ocaxên Xidiran, Eevdoyan û Şikakiyan, ji darê dinyayê tefandin haya we jê nîne…“

Axxxxx… ji bo wan hesretên ku dengbêjên me li ser strîn, lê ew nekarîn wan xweziyên xwe bibînin û serî birin nava axa sar.

 

Denbêjên din û Simko

Li pey guhdarkirina hemû stranên ku dengbêjên me yên jêr gotine, her yek ji wan behsa mijarekê dike:

Mihemed Arifê Cizîrî behsa eşqa keçeke Şikak dike ku navê wê Mebrum xane û bi darê zorê ji hêla babê wê ve dane kurê paşayekî Ecem, lê ew ji Elî xanê Şikak, qehremanê Kurdistanê hez dike:“

Ma tu nizanî babo min naxazê bajêriyê

Kurê mîrê Ecemoka, dilê min dixwazê koçeriyê Elî Axayê Şikak

Li ser behra Wanê…”

Dengbêj Evdî bi dengê xwe yê zîz gilî û gazindeyan dike ka çima rûspî û gire-girên Kurd pejirandin ku şahê Ecem Babê Bozko( Cewer axa ) bixapîne û bibe Tebrêz û Tehranê:

Hey wayê, hey wayê, ho dilo hey wayê…., min dêna xwe dayê li ber kona mala babê Bozko girî û şîne…, Axayê giran çûye û êdî nayê …

Hecî Evdilkerîm behsa xiyaneta êl û eşîretên Kurd li dijî hev dike û navê Cewer û Simko bi peyvên weke „Mîrê zirav û Reş rihana sêdendik“ dixemilîne.

Ji herêma Herkiyan dengbêjek( min navê wî nezanî ) weke rawiyekî bi rewanî behsa çawa çûyîna Cewer axa û encama rêvîngiya wî a Tebrêzê dike:“ Hedê dikire gazî xanimê, Muhteberê bi sê denga dikire gazî: heware Temer axa û Simaîl axa…“

Dengbêjê navdar Şakiro jî bi dengê xwe yê têr û tije li ser kultura bêbextiyê û nemerdiyê a şah û hakimên Ecem li Îranê dike ku mezinên Kurda bi navê hevdîtinên ji bo çareseriyê û Qurana mohrkirî li ser sifra xwe a xwarinê dikujin!!.

Hunermendê navdar Kawîs axa bi dirêjî behsa kuştina Simko li bajarê Şino û keyfxweşiya berpirsên dewleta Riza Pehlewî li Tehranê dike ku heta bi karekî wiha re mezintirîn dijminê xwe ji holê rakiribû.

Keremê Kor jî li ser navê mala Simko ku di nava Kurdan de mîna zêrê zer paqije, dijberiya wî li hemberî şahên Ecem, mêrxasî û bixwe baweriya wî dike.

Şehram Dostanî ku bixwe Şikake bi dengê xwe yê germ behsa nasnameya serhildana Simko, bêbextiya dewketa Îranê û rewşa Kurd û rojhilatê Kurdistanê a li pey şehîdbûna Simko û hinek tiştên din dike.

Dengbêjekî din jî li ser deiwetnameya şahê Îranê, berxwedan, kuştin û şervaniya şeş siwarên Cewer axa dike ka çawa ji Tebrêzê heya Dîlemanê şerê eskerê dewletê kirine û vegerî Kurdistanê.

Dengbêj Şukirî Rêkanî jî li aliyekî behsa bejin û bal, mêrçakî, qehremanî û şerê Simko li Şino dike û ji hêla din jî li ser bêbextî, bêsozî û derewên rayedarên Îranî dike.

Zinarê Bapîrî jî li ser maqolî û ciyê mîrekên Kurdistanê di nava xelkê de, distire.

 

Encam

Bi vî awayî em dibînin ku dengbêjên me li her derê behsa qewmîna rûdawekê dikin ku bi qedera Kurda ve peywendî heye. Ew navê serokekî ku di oxira doz an jî qedera Kurdan de fîda an jî şehîd bûye, belavî her dera welatê xwe dike.

Şakiro tenê di kilamekê de li ser Ferzende Begê ji zimanê Asiyayê distire û pêre jî navê lîder û şervanên weke: Keremê Qolaxasî, Îbo Begê Parsînî,

Îhsan Nûrî Paşaû Biroyê Heskî Têlî( Brahîm Paşa ), Kor Huseyîn Paşa, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa û hwd bilêv dike.

Resoyê Gopalan, Birê Newrozî, Şeroyê Biro û yên din jî her yek bi awayekî li ser bûyereke dîrokî zaniyarîyan di nava gel de belav dikin.

Bi vê re ye ku ez dibêjin dewlemendiya dîrok, mayîna navê kesayetiyên me, hunera me a ku kaniya wê qet û qet çik nabe bi hemû awayan deyndarê ked û ramanên dengbêjên me ne ku kesên zana û dûrbîn bûne. Bihîstina navê Kurd û Kurdistanê ku wekî çiqlekî dikeve çavê dijminên doza me, ji dengê dengbêjên mêrxas pir xweş û watedare.

Qîmeta wan dengbêjên mezin bila di dilê me de tim zindî bimîne.

dîtin: 1065

Pêveker:

dengbêjên kurd û qedera mêrxas û serokên kurd