• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Derbaz ne Derbas

Derbaz ne Derbas


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 19, 2017, 4:36


Derbaz ne derbas

Peyva ‘Baz’ ango ‘Vekirin’ di Kurdî de niha hinde nayê bikaranîn lê eger em zimanên Farisî û Belûcî binêrin, dibênin ta niha jî di her du ziman de tê bikaranîn û kara ye, di Soranî de weke "Waz" tê bikaranîn lê di nav peyvan de.

mînak:

Pêşwazî, Bangewaz, Şêwaz, Derwaz, Derwaze û...

di Kurdî de bi awayê BAZ jî gelek peyv jê sazbûne.

Mînak:

Serbaz, Rêbaz, Derbaz, û...

BAZ ango: Vekirin, di Sumerî de gelek peyvan ji BAZ’ê sazkirine.

Helbet peyva BAZÎ jî heye ku ne heman BAZ e, di vir de BAZÎ ango: Yarî, Lîstin,

Mînak:

*Zoranbazî

*Pêşbazî

*Destbazî

*Mistbazî

Û….

loma ji bo peyva (Derbas) gerek (Derbaz) be, ev nedurustî jî bê corkirin û peyv bi watedariya xwe payedar be.

herwiha zimannas û zimanzanên me yên zarê Kurmancî dikanin sûd ji peyva BAZ an WAZ werbirin ji bo gelek wate û ramanên din û zor peyvên din pê biafirînin.

 

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 75

Pêveker:

derbaz ne derbas