• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Derziya DNAyê û Grîp

Derziya DNAyê û Grîp


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 7, 2018, 2:50


Dawî li dermanê salane ya grîbê anîn? Belê, lêkolînerên ji zanîngeha Washington ji bo dermankirina nexweşiyê çareyeke mayînde û demdirêj vedîtine. Lêkolînerên ji zanîngeha Washingtonê bi vedîtina dermanê nû dixwazin li seranserê cîhanê dawî li her sal xwe derzîkirinê bihînin. Dermanê nû bitenê carekî li DNAyê dihêt zêde kirin.

Profesor Deborah Fuller wiha dibêje; “Beşek ji dermanê heyî ya grîbê ji vîrûseke mirî pêk dihêt. Vîrûs berê di hêkê de dihêt çêkirin û xwedî kirin, dû re dihêt bêtesîrkirin û bi rêya derzîkirinê jî li laşê mirov dihêt zêde kirin. Derziyên DNAyê bi rengeke din dixebitin. Vîrûs ne di hêkê de dihêt çêkirin, di şûna wê de ji bo proteînên vîrûsê yên di şaneyên me de ne şîfreyeke genetîk dihêt çêkirin û lêdihêt zêde kirin. Vîrûs şîfreya genetîk werdigire û dû re destpê çêkirina proteînên vîral yên weke antîjen, dike. Dema muafiyeta me bi heyîna antîjenê dihese, li hember vîrûsa grîbê bertekê nîşan dide û me li hember nexweşiyê diparêze.”

Dîsa avantajeke mezin ya derzîkirina DNAyê jî ev e; dermanê nû di nav 3 meheyê de dihêt çêkirin ku ji dermanê heyî ya grîbê pirr zûtir çêdibe. Dermanê heyî ya grîbê di nav 9 meheyê de çêdibe. Ji ber ku vîrûs di nav 9 meheyê de çêdibe, vîrûs her sal bi şêweyeke din rûdide û bandorê dermanê heyî jî kêm dibe.

Lêkolîner diyar dikin ku dermanê nû di pênc heya heft salên din li seranserê cîhanê belav bibe.

Çavkanî: Fox

dîtin: 304

Pêveker:

zanist lêkolîn xebat grîp dna derzî