• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Destê Arjantîn û Brezîlyayê di kuştina Che Guevara de heye

Destê Arjantîn û Brezîlyayê di kuştina Che Guevara de heye


barkirin: Gelawêj 19, 2013, 11:34


Belgenameyên nehênî yên serdema dîktatoriya Brezîlyayê aşkira dike ku Arjantînê bombeya napalm daye Bolîvayê û ji bo girtina Guevara alîkarî kiriye, her weha Brezîlyayê jî leşkerên Bolîvya li dijî gerillayan perwerde kirine.

Li gor nûçeye malpera T24 ya Tirkiyê, belgenameyên nehênî yên serdema dîktatoriya Brezîlyayê (salên 1964-1985) aşkira dike ku wê serdemê de ji bo kuştina gerillayê evsanewî Ernesto Che Guevara Brezîlya û Arjantînê alîkarî dane Bolîvyayê û hevkarî kirine.

Arjantînê çek, Brezîlyayê jî perwerde da leşkerên Bolîvyayê

Di serdema dîktatoriya Juan Carlos Ongania de (1966-1970) Arjantînê bombeya napalm û çekên din da Bolîvyayê. Her weha ji bo destgîrkirina Che Guevara alîkarî kir. Brezîlyayê jî li herêma Rio Grande de Sul ji bo şerê li hember gerîllayan perwerdeya taybet da leşkerên Bolîvyayî.

Nuçe dibêje Brezîlyayê 4 pîlotên Bolîvyayî jî ji bo bombebaranê perwerde kir. Belgenameyên arşîva hêzên hewayî yên Brezîlyayê (EMFA) de dihête destnîşankirin ku perwerdeya pîlotên Bolîvyayî ne fermîne, lê nehênî û stratejîkin.

Ditirsiyan ku Che bihête Brezîlyayê

Li gor belgenameyên Tebaxa sala 1967’an, rejîma Brezîlyayê koma gerîllayan ya di bin pêşengiya Che Guevara de şopandiye. Ji ber ku ditirsiyan Che bihête nav axên Brezîlyayê.

Belgenameyên EMFA dibêjin Emerîka û Arjantînê 100 bombeyên napalmê dane Bolîvyayê. Her weha ji bo destgîrkirina serê her gerillayekê 100 libra xelat danîn. Ev bombeyên napalmê ji aliyê Emerîkayê ve di salên 1960-1970′ de li Vietnamê jî hatibûn bikaranîn.

 

dîtin: 162

Pêveker:

destê arjantîn û brezîlyayê di kuştina che guevara de heye