• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Desteya Bilind ya Kurd ya Rojava diçe Enqerê

Desteya Bilind ya Kurd ya Rojava diçe Enqerê


barkirin: Rezber 6, 2013, 8:06


Şandeka Desteya Bilind ya Kurd ya Rijavayê Kurdistanê ji bo hevdîtina bi rayedarên têkiliyên derve yên Tirkîyê çûne Tirkiyê. Şandeya Desteya Bilind dê li Enqereyê hevdîtinan bike.

Li gor nûçeya Ajansa Firatê şandeya ku ji endamên Desteya Bilind ya Kurd Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed, Mistefa Meşayîx û Mihemedê Mûsa pêktê, îro danê nîvro hatin ber deriyê sinor yê di navbera Bajarokê Şenyûrtê ya ser bi navçeya Qosera Mêrdînê û bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gor agehîyan endamên şandeyê piştî karûbarên fermî, ber bi Mêrdînê ketin rê.

Nûçe dibeêje êandeya ku dê ji Mêrdînê derbazî Amedê bibin, dê ji wir jî ji bo hinek hevdîtinan derbasî Enqerê bibin. Hate zanîn ku dê şande li Enqerê bi rayedarên têkiliyên derve yên Tirk re hevdîtinan bike û her wiha dê li gel hinek balyozên welatên Ewropayê re jî bicivin.

dîtin: 149

Pêveker:

desteya bilind ya kurd ya rojava diçe enqerê