• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Desthilatdarî û Mirov

Desthilatdarî û Mirov


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Nîsan 2, 2015, 1:31


Dewlet ew e ku hemû mekanizmayên civakê dixwaze bixe bin kontrola xwe. Çi qas bi ser dikeve ew tişteke din e. Dewletên herî mezin û yê herî biçûk jî vê dikin. Amerika jî Filîstîna nîv-dewlet jî. Amerika bi behaneya bûyera 11 Îlonê hemû civak û mekanizmayên civakê ji nû ve dizayn kir. Li Filîstîn jî piştî desthilatdariya Hamasê pêşî li ser El-Fetîh û pê re jî xwest hemû civakê têxe bin kontrola xwe. Yanî desthilatdarî û xwesteka bikaranînê hêzê li her derê dinyayê bi vî rengî ye.

Ev demeke dirêje li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê hukumeta AKP ê dixwaze li her dînamîkên civakê hêza xwe bide xuyakirin. Gava vê yekê dike hem ji tecrubeyên dewletê yê berê sûdwerdigire û hem jî bi xwe tiştin nû lê zêde dike ku dixwaze bi van yeka desthilatdariya xwe mayînde bike.

Berî hilbijartina pûşperê (hezîran ê) hin tirs pê re peyda bûn ku îxtimale her tişt li gorî hesabê wê nemeşe. Ji ber vê yekê jî bi baweriya min êrîşa duho ya li dijî dozgerê dewletê bi vê hişmendiyê re peywendîdar e. Dixwaze civakê terorîze bike, bitirsîne û li gorî dilê xwe dizayn bike. Rêxistina ku ev bûyer kir û wekî rêxistineke çepkir xuya dike di rastiya xwe de di bin kontrola îstîxbaratên dewletan de tevdigere. Di bûyera birayê kuştina karsazê mezin yê Tirkiyê Sakip Sabanci de derket holê ku kûjera bûyerê (Fahriye Erdal) bi destê mudurê giştî yê ewlehiya Stenbolê Huseyin Kocadağ bi xwe di wî karî de hatibû bicihkirin. Paşre jî ew mudurê wê demê di bûyera Susurluk de bi bi mezintirîn zilamê dewleta tarî Abdullah Çatlı de wekî qezeyek qewimîbe hate kuştin. Yek ji plansazên vê bûyerê jî piştî kul i Şamê teslîmî balyozxaneya Tirkî bû û hate Tirkî di girtîgehê de berî ku bi rojnamegerekî nav û deng yê Tirkî re li ser bûyera kuştina Sabanci bipeyive bi rojekê hate kuştin. Wê demê jî Sakıp Sabancı gotibû ku divê kêşaya Kurdan bê çareserkirin û ev yek tenê bi avakirina febrîka û kargehan ne mumkun e, divê di hêla siyasî û çandî de jî gav bê avêtin. Bedela vê axaftina wî jî kuştina birayê wî bû bi destê vê rêxistinê lê bi devê vê dewletê.

Duho dîsa heman lîstik bi heman rêxistin û heman dewletê hate lîstin li ber çavê me. Me jî ji xwe re temaşe kir. Lê diyar e wekî hemû bûyerên bi vî rengî ji bo temaşevana buhayê bilêtê her dem girantir dibe. Wê were bîra me hemûyan, me di 11 Îlonê de jî du balaferên ku li her dû avahiyan diketin zindî temaşe kiribû. Lê piştî wê jiyana bi milyonan mirovan serûbuno bû, bi sed hezaran mirov hatin kuştin û çi qewimî be ji bo xurtkirina desthilatdaran û qelsbûna welatiyên dinyayê bû.

Desthilatdarên îro yê Tirkiyê jî ne kêmî vê ferasetê ye êdî. Dixwaze ji bo aborî, ewlekarî û jiyaneke kêm xetere mirov tenê xwe mecbûrî wan bibînin, hîs bikin. Ji bo vê yekê jî ev bûyerana wê her dem bibin. Her diçe raya wan dikevin, bawerî namîne û îxtîmala ku desthilatdariya ji hingiv şêrîntir ji destê wan biçe heye. Ma gelo wê ew jî wekî temaşevana ji xwe re tenê temaşe bikin an wê wekî hemû desthilatdarên dinyayê lîstikên xwe bilîzin. We got çi?

dîtin: 412

Pêveker:

desthilatdarî û mirov