• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Devjeniya di navbera Goran û YNK de kur dibe

Devjeniya di navbera Goran û YNK de kur dibe


barkirin: Êlûn 29, 2013, 9:32


Piştî ku encamên hilbijartinan diyar bû li herêma Kurdistanê vê carê jî di navbera berpirs û rêveberên Tevgera Goran û YNK de sebaret bi hikûmeta nû, kûr dibe. Piştî daxuyaniyên berpirsê polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar di rojnameyeke Erebî de ku dibêje Tevgera Goran ji wan xwestiye bêyî PDK hikumetê damezrînin Tevgera Goran bersiv da û ev axavtin derewand. Berpirsên YNK jî piştgirî nedane Mele Bextiyar.

Rojnameya Şerqil Ewsed ya Erebî li ser navê Mele Bextiyar diyar kiribû ku berpirsê polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar gotiye ên ku Tevgera Goran ji wan re gotiye werin em bi hev re hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê ava bikin da ku PDK nekaribe hikûmetê ava bike.Li hember van axavtinên Mele Bextiyar bersiva Tevgera Goran jî dereng nema. Endamê civata niştimanî ya Tevgera Goran Elî Heme Salih ji Rudawê re diyar kir ku gotinên berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar yên der barê Goran de ne rastin. Salih ragihand ku tu hevdîtinek di navbera wan û berpirsên YNK çênebûne. Salih got ku hemû gotinên Mela Bextiyar bo veşartina şikestina YNK’ê ya di hilbijaritnan de ye. Salih da zanîn ku partiya wan jî heta niha biryar nedaye ka dê di hikûmeta nû de cîh bigre yan na.

Piştî van daxuyaniyên berpirsê Tevgera Goran, Mela Bextiyar jî diyar kir ku ewî der barê vê mijarê de tu daxuyanî nedane.

Ji aliyê din ve rawêjkarê ragehandina YNK’ê Azad Cundiyanî jî li ser malpera fermî ya YNK’ê der barê vê mijarê de got ku ew nêrînên şexsî yên Mele Bextiyarin û ne yên partiyê ne. Cundiyanî got: “Heta niha jî me çi biryarek der barê polîtîkaya xwe ya di dema hikûmeta nû de nedaye.’ Cundiyanî diyar kir ku heta civîna encumena serokatiya YNK’ê pêk neyê ti tiştek jî zelal nabe.

Her çend êrîşên li dijî asayîşa Hewlêrê rojeva herêma Kurdistanê guhertibe jî, diyare ku dê di nava çar salên din de jî ev  nîqaş û devjeniya di navbera Goran û YNK de jî berdewam bike.

Di rojên pêş me de dê bernameya her du partiyan û helwesta wan ya di serdema nû ya hikûmetê de zelal bibe.

 

Rewanbej.com

dîtin: 449

Pêveker:

devjeniya di navbera goran û ynk de kur dibe