• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dêwekî dî yê Elmanya ket

Dêwekî dî yê Elmanya ket


barkirin: Pûşper 12, 2013, 1:41


Firoşgeha amurên avadanî PRAKTIKER a almana êdî berbi hilweşînê ve diçe. Firoşgeha navdar ya Elmanya ku li gelek deverê cîhanê karxanên xwe vekirine û xwedan hêzeke aborî ya mezine êdî berbi dawiya dîroka xwe ya aborî ve hat.
Ji aliyê rayedaran ve jî hate diyarkirin ku di van çend salên dawî de her çend firoşgehê li ber xwe dabe ku dîsan bighêje hêza xwe û karibe xwe bide hev lê nekariye vê yekê pêk bîne. Eve çend salin Praktîker di bin navê – Sedî 20 erzanî- de xwestibe ku sudekî mezin bi dest bixe ku karibe karmendên xwe biparêze lê nekariye vê yekê bi ser bixe.

Ji ber vê yekî ev demeke bi derxistin û kêmkirina karkeran ve jî tu encam bi dest nekeft.

Hate diyarkirin ku 500 milyon Euro deynê Praktiker ketiye ser hev û qala wê têkirin ku fişarê ragihîne û karê xwe bi dawî bîne.

 

rewanbej.com/abori

dîtin: 413

Pêveker:

dêwekî elmanya ket