• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dewleta Tirk dîsa hewl dide zarokan dadgeh dike

Dewleta Tirk dîsa hewl dide zarokan dadgeh dike


barkirin: Pûşper 20, 2013, 1:02


Jêpirsîna 35 kesên ku li Edeneyê hatibûn girtin ku 15 ji wan zarok bûn bi dawî bû. Bi biyanûya ku piştgiriya çalakiyên Parka Geziyê kirine der barê her yek ji 35 kesan de  8 sal sizayê zindanê dihête xwestin.

Serodozgeriya Komarê ya Tirkiyê jêpirsîna xwe ya der barê 35 kesên ku li Edeneyê ji bo piştgiriya Parka Gezi xwepêşandan kiribûn, gehande encamê. Der barê 35 kesên ku 15 ji wan zarokin, bi biyanûya muxalefeta li dijî qanûna meş û mitîngan 8 sal cezayê zîndanî dihête xwestin.

Di îdianameyê de ji bo kêmkirina sizaya zarokan kêmkirin dihête xwestin û dihête gotin ku şikdaran li ser şiyariya polîsan jî rê ji trafîkê re girtine û kevir avêtine polîsan. Heger ev îdîaname bihête pesendkirin dê 15 zarok derbikevin pêşiya dadgehê û der barê wan de 8 sal siza bihête xwestin.

Rewanbej.com

dîtin: 307

Pêveker:

dewleta tirk dîsa hewl dide zarokan dadgeh dike