• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dewleta tirkî li navbeyna Kurdan Dîwar lêdike

Dewleta tirkî li navbeyna Kurdan Dîwar lêdike


barkirin: Gelawêj 11, 2017, 10:08


Dewleta dagirker a tirkî di demên bihûrî de di navbeyna Bakur û Rojava de dîwarê ji betonê yê bilind lêkiribû. Neha jî dixwaze heman dîwarî li beyna Bakur û Rojhilat jî lêbike. Dewleta Tirkî bi firmaya xwe ya avadaniyê ya fermî dewrûberê erda bakurê Kurdistanê bi dîwaran dipêçe û dixwaze parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike. Li gorî şêwirmendê rojnamevaniyê yê TOKÎ ya saziya avadaniya dewletê ji bo rojnamevana ragihandî armanca wan ewe hemî deverên Kurdistanê bikin dîwar û ji parçeyên dîtir qût bikin. Dewleta tirk radighîne û biyanoya PKK derdixe pêş û vêya wekî sedema lêkirina van dîwaran destnîşan dike. Ne tenê ji Rojava, Başûr û Rojhilat lê di dema pêş de lêkirina dîwar di beyna Bakur û Ermenistanê de jî wekî armanc bo xwe danîne.

Rayedarên avakerê vî dîwarî weha dibêjin;
Devar em dîwar lêbikin, beşekî zêde ji çiya pêk tê. Li wan çiyayan lêkirina dîwarekî ji bo ewlekariyê gelekî sext û zehmete, di heman demê de barê wê yê aborî jî girane.

Rayedarê Tirk dibêje; li vira em qala dîwarekî li ser hesinkirî nakin. Bi teknîkeka wisan dê bête rextkirin, amûratên li himber liv û bizavê hişyar dê bêne bikaranîn. Derfetê dîtina bi roj û şev, rêka nobedariyê ya li kêleka dîwêr, pergala çavdêriya aliyê dîtir yê sînor, birc, tevdîrên asmanî û bejayî dê hebin.

Rayedarê tirk ragihand û got ; tekoşîna Îranê li dijî PKK nîne. Îran li gorî berjewendiyên xwe PKK bikar tîne an jî dixwaze bikar bîne. Ji ber qelsbûna helwestê Îranê dijî pkk, pkk li vê erdê ewqas bihêz dibe.

Hate ragihandin dewleta Tirk ji Serhedê, devera Îdirê 57 km, li Agirîyê jî 86 km dîwar lêkiriye.

Çiyayên Kurdistanê, bi gir û lutikên xwe ve, bi gelî û dolên xwe ve, bi şikêr û zinarên xwe ve, bi zozan û sir û seqema xwe ve, derveyî Kurdan tu hêzên dîtir yên dagirker di nava xwe de ranegirtine û li gorî xuyan dike di pêşerojê de jî ranagire. Ev dîwar û gavên qaşo ji bo ewlekariya dewleta tirkiyê têne avêtin wekî bendekî doxînê ye tu bavêje sikura hutekî, serî nagre û dê serî negre.


 

dîtin: 71

Pêveker:

dîwar kurdistan rojhilat rojava başûr tokî serhed