• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandina PDK: Hin alî hewl didin proseya demokratîk ya herêma Kurdistanê jî reş bikin

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandina PDK: Hin alî hewl didin proseya demokratîk ya herêma Kurdistanê jî reş bikin


barkirin: Êlûn 25, 2013, 8:28


Der barê hilbijartinan de Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandina PDK daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hilbijartinên herêma Kurdistanê bi nimûneyek serdemiyane encam bûye lê belê çend rojên dawiyê de hin dezgehên ragehindinê ketine nava hewldanên şilû kirina encamên hilbijartinan. Eve jî tometek ne rast û bê bingehe ku li dijî vîna gelê Kurd dihête kirin.

Piştî ku di 21’ê Îlonê de li herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê pêk hat komîsyona hilbijartinê dest bi hejmartina dengan kir. Lê belê piştî aşkerebûna encamên ne fermî ji hindek aliyan tomet û agehiyên der barê destkariya ser sindoqan belav kirin. Ev yek jî bû cihê nîgeranî û tengezariyê. Der barê van tengezariyên di hilbijartinan de Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandina PDK daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd roja 21’ê Îlonê bi hilbijartinek serkeftî û bi nimûneyek serdemiyane beşdarê proseya dengdanê bûye. Piştî hilbijartinan de gelek nûnerên navnetewî, rêxistinên medenî û serok û nûnerên partiyan jî ev prose bi serkeftî nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku cihê nîgeraniyêye ku eve du rojin hind kes, alî û dezgehên medyayî, bêyî ku çaverêya encamên hilbijartinan bibin, ketine nava hewldana tometên ne rast û bê bingeh. Ev kes hewl didin vîna gelê Kurd û proseya demokratîk ya herêma Kurdistanê jî reş bikin.

Daxuyanî weha dibêje: ‘Eve di demeke wesa de dihête kirin ku nûner û çavdêrên partiyan çawa ku di dema dengdanê de amade bûn, di hejmartina dengan de jî amadene. Em weke Partiya Demokratên Kurdistanê, her çend hindek têbîniyên me jî hebin, lê em dibêjin ku divê hemû aliyek di haya berpirsiyariya xwe de be û bi yasa û rênimayên komîsyona bilind ya hilbijartinan ve pabend bin. Piştî ragehandina encaman mafê hemû aliyekê heye ku sikala tomar bike û giliyên xwe bi rêyên yasayî û hiquqî pêşkeş bike.’

Di dumahîka daxuyaniyê de hate gotin ku ew kesên ku van agehiyan belav dikin dijitiya hemû tiştan dikin û armanca wan ewe ku navê herêmê reş bikin, berê rayagiştî bidin aliyek din, aramiya civakê têk bidin û nakokiyan durust bikin.  Divê em hemû vîna gelê xwe esas bigrin û bi ruhekê berpirs nêzîk bibin.

 

dîtin: 378

Pêveker:

dezgeha rewşenbîrî û ragehandina pdk hin alî hewl didin proseya demokratîk ya herêma kurdistanê reş bikin