• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di civaka Êzdiyan de sîstema Kastê

Di civaka Êzdiyan de sîstema Kastê


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Rêbendan 15, 2014, 3:18


Her civak, xwediyê wesfên cihêreng yên madî û manewî ye û li gor van wesfên xwe, xwe birêxistî dike. Avahiyên bingehîn/jêr yên madî, pirî caran dibin destnîşankarê avahiyên jorîn. Sîstema aborî û awa/terzê hilberandina civakî, avahiya raser/jor ya manewî destnîşan dike û saziyên jorîn yên wekî ol, kultur, exlaq, zewac û hwd. di bin bandûra avahiya jêr de dimînin û bi vî awayî xwe didin der. Belam, carinan hin xususiyet hene ku ne li gor vê zagona civakî/sosyolojîk in.

Di vê rewşa beravajî de jî, avahiyên civakê yên raser/jorîn yên wekî ol û kulturê, di civakê de bêtir xwedîbandûr in û wisa dikin ku bi awayekî bêgav, civak li gor vê taybetmendiyê xwe birêxistî bike û wiha jî jiyana xwe bidomîne.

Di civaka êzdiyan de jî, saziyên civakê yên jor/raser yên wekî ol û kulturê, wisa xwiya dike ku bûne destnîşankarê saziyên bingehîn yên wekî aborî, karbeşî û meriv dikare bibêje ku civaka êzdiyan jî, xwe li gor vê yekê birêxistî kiriye. Divê neyê jibîrkirin ku civaka êzdiyan bêtir civakek olî ye û bandûra rê û rismên olî, di civakê de gelekî zêde ye.

Di nivîsa xwe ya berê de, me bala we kişandibû ser ‘Saziya Birayê Axretê’ û em bi awayekî berfireh li ser vê saziyê rawestiyabûn. Di vê nivîsê de jî, em ê li ser tebeqebûna civakî û sîstema wan ya kastê rawestin û hewl bidin ku xwe bighînin hindek zanayiyên bingehîn yên resen. (1)

Belam, jiber ku civaka êzdiyan rastê zilm û zorderiyan hatiye, piştî demekî xwe ji derve re dadayî ye û bûye wekî civakekê nenas an jî civakeke ku nayê zanîn. Kêmbûna xwendin û nivîsandinê û qedexeyên li ser xwendin û nivîsandinê, rê li ber gihêjtina zanayiyên resen girtî ye û qewlên wan yên resen, bûne wekî çavkaniyên bingehîn bo lêkolîneran. Lewma jî meriv dibîne ku di dewsa çavkaniyên wan yên nivîskî de, folkloreke wan a dewlemend, qewlên wan yên hezar salan û kultureke wan ya devkî/zargotin heye û vê dewlemendiyê, xwe bi rengî gihandiyê ta roja me ya îroyîn.

Di destpêkê de divê em bibêjin ku cemeeta êzdiyan, ji kast’tan (pergala pileyan) pêk tê. Ev hiyerarşî/pergala pileyan, meriv dikare bibêje ku cara ewil di nav cemeetên serdema kevnare de hatiye dîtin, lê di serdema me de, di cemeeta êzdiyan de, hêjî hebûna xwe didomîne. Li jora herî bilind/li raserê pramîdê, ‘Mîr’ heye. Mîrîtî, ji bavan derbasê lawan dibe. ‘Şêx’ di cemeeta êzdiyan de, niha qasî 300 malbatî ne. Serokê şêxan, ‘Babê Şêx’ e. Wekî serokê ruhanî ye û alîkarê, Mîr e. Ji aliyê Mîr ve, tê wezîfekirin. Yek ji wan wezîfeyên Şêx, yek jî li Lalişa Nuranî û warên din, amadekirina şahî û dêlindêzên olî yên cemeetê ye.

Pîr, alîkarê kar û barên, Şêx in. Ji Pîrên civakê yekî hildibijêrin, ku jêre Babê Çawiş tê gotin û ev mirov, ji parastina Lalişa pîroz berpirsiyar e. Qedrê Babê Çawiş di cemeetê de mezin e, lê zewac ji bo wan hatiye qedexekirin. Pîr, axlebî bi kar û barên revebirina civakê re mijûl dibin û di wextên xwe yên mayî de jî îbadetê dikin.

Qewal, kalo ye, zilamên oldar yên rûspî ne. Li Lalişa Nûranî, beyt û qewlên êzdayetî dibêjin û li gundan, sembola Tawisî digerînin. Axlebî, ji malbatên Başika û Bahzaniyan têne hilbijartin. Dema ku Qewal diçe gundekî, mîrê gund li mala xwe odeyekî jêre amade dike. Di destpêkê de Qewal peykerê minyaturî ya Tawisî Melek li ser cihekî bicîh dike û peykerê mezin ê Tawisî Melek jî, ku li di nav gund de tê parastin, datînin kêleka ya biçûk.

Her senceqên/peykerên Tawisî Melek, navekî wan ê cuda heye. Navê navçe û heremên êzdiyan, li wan têne kirin. Wekî Zozan, Sincar, Moskow, Şêxan, Tebrîz û hwd. Tê gotin ku di van salên dawî de Qewal diçin welatên wekî Almanya, Holanda û Swisreyê jî û zikatê/xêrê dicivînin. Ya rast, bi temamî kes nizane ku civandina zikatê kengê dest pê kiriye. Lê tê gotin ku di sala 1840 an de, osmaniyan baca ku ji Mîrên êzdiyan distandin, zêde kirine û li ser wê biryarê, êzdî gelekî ketine tengasiyan. Piştî wê rojê jî, ji bo rojên teng û tarî, zikat hatiye civandin. Zikata ku hatiye civandin jî, ji bo avakirina cih û warên pîroz û parastina wan, hatiye bikaranîn. (2)

Di civaka êzdiyan de, tebeqeyeke din jî Feqîr in. Feqîr, xirqeya reş li xwe dikin. Şaşika reş li serê xwe girê didin. Wextê xwe bi piranî ji dua, îbadet û weazan re vediqetînin. Her tim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakî yên ku derdikevin holê, çareser dikin.
Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe û her feqîr xirqeya pîroz ku li xwe dike, heta mirinê dernaxe. Belam, di cemeeta êzdiyan de tebeqeya herî balkêş, tebeqeya Koçeka ye. Koçek, derwêşên oldar in. Ev nav ji peyvên ‘guh’ û ‘çak’ pêk hatiye. Wisa tê bawerkirin ku ew bi razên olî dizanin. Şîretan li gel dikin, weazan didin û gelê xwe perwerde dikin.

Ji nav kesên ku ji gelek aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişê niştecih bûne, têne hilbijartin. Koçek, tirba Şêx Adî diparêzin, bi qewalan re sembola Melekî Tawus a çarmil a tûncîn û bi meşaleyên ku ji çirayan hatine çêkirin li gundan, li nav gel digerînin. Û bi vî awayî gel li dora baweriya êzîdîtiyê dicivînin. Ji bilî vê yekê,  temamkirina her cure pêdiviyên Lalişa Nûranî jî di nav peywîra koçekan de ye.

Xilmetkar, tê wateya xizmetkar. Xizmetên perestgehê pêk tînin. Bi paqijî, spîkirina qubeyê û hwd. re mijûl dibin. Bi amadekirina donê olî û pîroz re mijûl dibin. Xilmetkar, zêdetirîn ji gundên Başîk û Bahzan tên û vê xizmetê dikin. Feqra, jinên oldar in û zewacê li xwe heram kirine. Li Lalişê dijîn. Li perestgehê qendîl û tiştên wekî fitîlên qendîlê çêdikin. Ji wan re Dayê Kebanî an jî Dadê tê gotin.

Pîr, di merasîmên olî de alîkarê şêxan in. Rê û rêzaniya êzîdiyan dikin. Ev peywîra wan e. Ji aliyê hurmetê ve, piştî şêxan tên. Di şûştina cenazeyan de avê li destê şêxan dikin. Micêwir, ji tirbên li gundên êzîdiyan û ji Lalişê berpirsiyar in. (3)

Di cemeeta êzdiyan de yên mayî jî, Mirîd in. Mirîd, bawermendên ola xwe ne û bi kar û barên xwe re, mijûl in. Piştgiriya avahiya raser ya olî dikin.

Helbet meriv dikare bibêje ku pergala pileyan/kast’a cemeeta êzdiyan, kêm be jî di dema me de hebekî hatiye guherîn. Belam, divê neyê jibîrkirin ku civaka êzdiyan ya kevnare û rê û rismên wan yên olî, bi riya vê pergala pileyan bêtir hatiye parastin û zindîkirin…

 

Ali Gurdilî

[email protected]

14.02.2014

jêder

1- http://www.rewanbej.com/di-civaka-ezdiyan-de-saziya-biraye-axrete.html

2- Ezdayetî û Kokên/Çavkaniyên Êzdayetiyê. Erol Sever. Weşanên Berfîn. Çapa çaremîn. Rp: 70-73

3- ttp://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%AAber%C3%AAn_%C3%AAzdiyan

 

 

dîtin: 360

Pêveker:

di civaka Êzdiyan de sîstema kastê