• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di dinyayê de gaveka yekem, Estonya derbasî pereyê torê dibe

Di dinyayê de gaveka yekem, Estonya derbasî pereyê torê dibe


barkirin: Êlûn 4, 2017, 11:14


Welatê Estonya yê dikeve Bakurê Ewrûpayê û bi kendava Fînlandiya ve kevîye ragihand ku derbasî dirafên torê dibe.
Dirafên digîtal yên Estonya êdî bikar tînê navê wan Estcoin e.

Estonya li ser karê bûyîna komeraka înternetê eve demeke dirêje radiweste.  Beriya neha jî Estonya pergala bûyîna hemwelatiyê digîtal pêş xistibû.

Pereyên torê an ku pereyên bidest nayêne bikaranîn û tenê bi rêka torê têne bikaranîn eve demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Lê belê hetanî neha tu welatî ev wêrekî nedaye nîşandan û derbasî pereyên torê nebûye.

Metirsî an jî tirsa herî mezin ya welatên cîhanê ji bo bikaranîna dirafên torê eweye ku tu çavdêrî, tu nîr û desthilata banqeyeke navendî an jî rêvebiriya welatekî li ser wan tune. Ji ber vê yekêye welatên cîhanê ditirsin ev dirafana bibin amûrek ji bo karên qirêj an ku karên derveyî pergalên komar û rêvebiriyan.

Estonya eve sê sale pergala e-residency an ku hemwelatiya digîtal bikar tîne. Bi vê rêkê gelek mirovên li deverên cûda yên cîhanê bi rêka torê bûne hemwelatiyên Estonya. Bi cendekî li Estonya nejîn jî, di warê digîtal de hemwelatiyê vî welatî ne.

Ev mirovana bêyî ku bêne estonyayê dikarin kargehan vekin û gelek mafên xwe yên hemwelatiyê bicih bînin.
Hetanî neha 22 hezar hemwelatiyên Estonya yên digîtal hene.

Serokê dezgeha nasnameya digîtal ya E-residency Kasper Korjus dibêje, di dema destpêkê de dê hemwelatiyên Estonya yên digîtal karibin bi rêka Estcoin ê an ku pereyên torê pêdiviyên xwe bicih bînin. Hate derbirîn ku armancên estonya mezinin û dê di nava bazirganiyê de jî ev dirafên digîtal bêne bikaranîn.

dîtin: 357

Pêveker:

estcoin diraf pere estonya estonia