• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di doza KCK ya bingehîn de dadgehê serbestberdana 43 girtiyan red kir

Di doza KCK ya bingehîn de dadgehê serbestberdana 43 girtiyan red kir


barkirin: Nîsan 22, 2014, 3:45


Di doza bingehîn ya KCK ya li Amedê parêzeran ji bo serbestberana 43 siyasetmedaran serî li dadgeha bilind dabûn lê dadgehê daxwaza serbestberdanê red kir.

Di doza bingehîn ya KCK de parêzeran ji bo 43 siyasetmedaran ku di nava wan de Parlementerê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle, Serokê Şaredariya Êlihê Necdet Atalay û Serokê Şaredariya Kayapinarê Zûlkûf Karatekîn jî heye, daxaza serbestberdanê li dageha bilind kiribû. Lê ev daxwaz ji aliyê dagehê ve hate red kirin.

Piştî daxistina Dadgehên Taybet doz şandine 3. Dadgeha Cezayê Giran yê Amedê. 3. Dageha Cezayên Giran yê Amedê jî biryara berdewama girtina wan da.

 

 

dîtin: 360

Pêveker:

di doza kck ya bingehîn de dadgehê serbestberdana 43 girtiyan red kir