• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di navbera binxet û serxetê de destdirêjiya leşkerên tirk li himber jina Kurd

Di navbera binxet û serxetê de destdirêjiya leşkerên tirk li himber jina Kurd


barkirin: Pûşper 27, 2014, 3:06


Di rojên bihûrî de di navbera serxet û binxetê de leşkerên Tirk dest avêtin jineke Kurd ya ku dixwest ji binxetê derbasî serxetê bibe.

Li gorî nûçeya ku ANF de hatî belavkirin şahidên bûyerê rewşa jina Kurd ji Parlementerê HDP yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re gotine. Li gorî gotinên şahidan. Bûyer bi hemî berfirehiyên xwe ve aşkereye û leşkerên tirk piştî kuştina çend kesan di navbera Rojava û Bakurê Kurdistan de vê carê jî destdirêjî jina Kurd kirin.

Li gorî vegotina şahidan bûyer 16 ê pûşperê piştî nîvro di navbera demhijmêr 15:00 û 16:00 an de rû daye. Bûyer li cihê ku leşkerên girêdayî fermandariya yekîneya gûndê Qetranê nobedarî dikin pêk hatiye.

Jina Kurd ya ku ji Girkêlegê ye, dema ku dixwaze sînor derbas bike pêşiya wê ji aliyê du leşkeran ve hatiye birîn. Piştî hingî ji nîv demhijmêrê bêhtir bi leşkeran re di kolika leşkeran de maye.
Piştî ku jin derdikeve derve ji bêhal û bêteqetî piştî ku çend gavan di avêje dikeve erdê.

Karkerên nêzîkî bûyerê yekser dibezine cem jinê. Dema karkeran jin dîtî, li ser hişê xwe çûyî û cil û serê wê belavbûyî bû. Cilên wê tev diriyayî bûn. Karkeran jina Kurd anîne cihê kar û bûne arîkar da ku bi ser xwe ve werê.

Jina Kurd destpêkê nexwest bûyera ku hatî serê wê bo karkeran derbibire, paşê bi girî qala bûyerê kir.

Leşkerên artêşa hof destpêkê 200 dolar xwestine. Jinikê pere dane wan, lê bi vêya ranewestiyane û leşkerekî ji wan destdirêjî jina Kurd kiriye.

Jina Kurd ku nexwestiye navê xwe aşkere bike paşê ji şirnexê derbasî bajarekî dîtir bûye.

Parlementerê Kurd Faysal Sariyildiz li ser bûyerê ji ANF re axifî û da diyarkirin ku encama siyaseta AKP ev bûyer rû didin û diyar kir ku hikumeta AKP li himber Rojava di nava nêzîkatiyeke destdirêjiyê de ye.

Sariyildiz diyar kir ku leşkerek bi tena xwe newêre vêya bike, leşker ji siyaseta AKP wêrekiya xwe werdigrin.
Sariyildiz diyar kir ku ewana pêşiya vê bûyerê bernadin got ku gelê Kurd di her hel û mercê de li rûmet û pêşeroja xwe xwedî derkeve. Diyar kir ku gelê Rojava li himber hemî êrîşan xwedî li şoreşa xwe derdikeve, pergala xwe ya wekhev û azadîxwaz ava dike.

Sariyildiz diyar kir ku ewana komarê hişyar dikin, eger ku li ser bûyerê ranewestin û di derbarê fermandarê wê wargeha leşkeran de biryar neyêne girtin û neyêne darezandin ewana dê bi hezaran bi dehhezaran kes li wî cihî berhev bikin.

Dihunê jî Parlementerê Kurd Faysal Sariyildiz li gel rayedarên Tirk qeymeqamê Hezexê û yê Cizîrê hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de ji aliyê Sariyildiz ve bo rayedaran hişyarî hate dayîn da ku di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berferehî bête kirin û berpirsên bûyerê bêne darezandin eger an ewana dê bi dehhezaran kes komî cihê bûyerê bikin.

Qeymeqam jî diyar kiriye ku eger bûyereke weha rû da be ewana dê pêvajoya dadwerî dest pê bikin.

Meclîsên Jinê yên HDK-HDP jî bûyer şermezar kirin daxuyaniyeka hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de helwestê leşkerê tirk wekî yê DAÎŞ hate derbirîn û AKP hate hişyarkirin. Di beşekî daxuyaniyê de jî ev bûyera dirinde ya leşkerên tirk wekî – Zilma mêr li himber jinê – hate şirovekirin.

 

Rewanbêj

dîtin: 447

Pêveker:

di navbera binxet û serxetê de destdirêjiya leşkerên tirk li himber jina kurd