• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di navbera Efrîn û Kîlîsê de dîwarek din lê dikin

Di navbera Efrîn û Kîlîsê de dîwarek din lê dikin


barkirin: Rezber 19, 2013, 11:53


Dewleta Tirk piştî dîwarê navbera Serêkaniyê-Ceylanpinarê û Nisêsbîn û Qamişlo niha jî di navbera Efrîn û Kilisê de dîwaran lêdike. Bi vê awayî hewl dide sînorî Rojava û Bakûr bi dîwarê şermê ji hev veqetîne.

Li gor nûçeya Ajansa Firatê Tirkiyê dest bi çêkirina dîwarekî nû yê di navbera Efrîn û Kilisê kir. Çêkirina dawîr li Nahiya Şera ya Efrînê li gundê Dîkmetaş û Îkîdam û li gundê Dogan Çay û Tahtali ya Kîlîsa Tirkiyeyê li herêma sînor ya qerekola Şîmşek dest bi çêkirinê kirin. Hat hînbûn ku heta niha 400 metre dîwar hatiye lêkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê  dane ANF’ê, artêşa Tirk gelek leşker li sînor bi cih kirine û got ewlehiya leşkerên înşatê de dixebitin digirin.

Tirkiyê berê jî li Serêkariya û Nisêbîn û Qamişlo dîwar lêkiribû û vê rê bertekên mezin vekiribû. Gel bertek nîşanê dîwarê şermê dabû.

Armanca çêkirina dîwarên şermê ewe ku yekitiya gelên Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Kurdistanê parçe bike.

Jêder ANF

dîtin: 406

Pêveker:

di navbera efrîn û kîlîsê de dîwarek din dikin