• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di Parlemena Ewropayê de 10’emîn Konferansa Kurd û Tirkan

Di Parlemena Ewropayê de 10’emîn Konferansa Kurd û Tirkan


barkirin: Sermawêz 5, 2013, 3:25


Li Parlementoya Yekitiya Ewropayê 10. Konferansa Kurd û Tirkan a Navneteweyî ya bi sernavê “Kurd, Tirkiye û pêvajoya aştiyê ya Îmraliyê: Firsendeke dîrokî” tê pêkanîn.

Di Konferansê de Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak û Profesorê Mafên Mirovan Davîd L. Phîllîps axivîn.

Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana diyar kir ku pêwîste li Tirkiyê destûreke bingehîn a demokratîk bê amade kirin. Girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan û ji bo Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê jî bê guhertin.

Leyla Zana di  di Konferansê de got: “Dema ku  behsa aştiya di navbera Tirk û Kurdan de tê kirin, Tirkiye dibe ‘komara fikar û tirsê’. Ji aliyekî ve hin kes çareseriyê dixwazin lê li aliyê din hin kes jî dixwazin ku ev yek neyê çareserkirin. AKP`ê bi tevgera azadiya Kurd û Îmraliyê re hevdîtinên hevdem kirin û ev jî ji bo pêşerojê hêviyên mirov zêde dike.”

Hevseroka giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak di mijara kurdan de li ser berpirsiyariyên Ewrupayê sekinî û diyar kir ku Ewropa di dîrokê de ji ber trajediyên ku hatine serê kurdan xwediyê hin berpirsiyariyan e û lazime ku di pêvajoya çareseriyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Kişanak got: “Komîsyona lihevkirina AK Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan, bo dewleteke hiqûqî û parastina mafên bingehîn tu pêşniyarek neanî û ji ber vê yekê lihevkirin çênebû.”

Kişanakê diyar kir ku pêşnûmaya destûra bingehîn a ku ji aliyê wan de hatiye amade kirin tam li gor hedefên Tirkiyeyê ye.

Profesorê Mafên Mirovan Davîd L. Phîllîps jî di axaftina xwe ya li Konferansê de xwest ku , statûya xweseriyê bidin Kurdan. Phîllîps got, “Divê ev yek weke îmtiyaz neyê dîtin, misoger pêk bihêt “.

Phîllîp di berdewama axaftina xwe de daxuyand ku dewleta Tirk bi awayekî rast daxwazên Kurdan qebûl nekiriye û got, “Birêz Erdogan di 30’ê Îlonê de pakêteke demokratîkbûyînê pêşkêş kir. Ev pakêta qaşo demokratîkbûyînê, mafên mirovan ewçend dorteng dike ku mirov nikarin behsa demokratîkbûyînê bikin. Bi dîtina min ev pakêt heqaretek li Kurdan e. Mafên ji Kurdan re hatine dayîn bi dîtina min ne mafên girîng in. Mafên gelê Kurd dixwaze, ji aliyê Erdogan ve nayê qebûlkirin. Di nava destûra bingehîn de îbareyên nasnameya etnîkî naguherin. Erdogan di vê mijarê de gelekî binketî ye. Sozên xwe yên ji bo serbestberdana aktîvîstên Kurd ên di navbera salên 2009-2011’an de hatine girtin, bicih nîne.”

Phîllîps ragihand ku bi dîtina wî Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî jî dikare roleke cidî bileyze û ev bang li Yekitiya Ewropayê kir: “Bi dîtina min derxistina PKK’ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê dê ji bo hemû aliyan gelekî baş be. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Bi vî rengî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê dê zindî bibe.”

Her weha li dawiya konferansê de jî endamên parlemantoya Ewrupayê yên çepgir jî ji Yekîtiya Ewropayê xwestin ku bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

dîtin: 406

Pêveker:

di parlemena ewropayê de 10