• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di Roja Cîhaniya Kobanê de Cîhan li ser piya ye

Di Roja Cîhaniya Kobanê de Cîhan li ser piya ye


barkirin: Rezber 29, 2015, 11:08


Îsal di 1’ê Mijdarê de ku weke Roja cîhanî ya Kobanê hatiye destnîşan kirin li seranserê cîhanê li 400 bajarên  amadekariyên çalakiyan hene. Di van çalakiyan de ji nû ve avakirina Kobanê û rakirina dorpêça aboriya dewleta Tirkiyê ya li ser Kobanê pêk tîne, wê bê xwestin.

Piştî berxwedana dîrokî 134 rojan a li Kobanê li hemberî Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê, bi piştgiriya sedan kesayetiyan ku di nav wan de xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî hene 1’ê Mijdarê wek roja cîhanî ya Kobanê hate îlankirin.

Yekîtiya Ewrûpa (YE) Komîsyona Welatiyên Tirkiyê (EUTCC) pêşengî ji vê hewldanê re kir.

Sala borî li 232 bajarên 40 welatan bi sed hezaran mirov herikîn kolanan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Ev çalakiyên ku bi armanca xwedîderketin û parastina Kobanê hatin lidarxistin, dê îsal bi slogana, “Berxwedana Kobanê berxwedana mirovatiyê ye, em ê Kobanê ji nû ve ava bikin” bê lidarxistin.

 Endamê Komîteya Rêxistinbûna Roja cîhanî ya Kobanê, Adem Uzun di vê derbarê de got: “Tê pilankirin ku li 400 bajarên cîhanê çalakî bên lidarxistin.”

Li gor Komîteya Rêxistinbûnê bi taybet li Amerîkaya Latîn, Hîndîstan, Afghanîstan, Pakîstan, Japonya, Çîn û Awûstralya eleqeyeke zêde ji bo Roja Kobanê heye.

Îsal çav li rêye li gel meşan Gala, Panel û Konser jî bên lidarxistin. Tê diyarkirin ku hem beriya 1’ê Mijdare hem piştî wê aktîvîteyen cuda cuda bên lidarxistin. Komîteya Rêxistinbûnê diyar kir ku wê li hin deveran çalakiyên pêxistina findan û xwe zincîrkirina li derdora parlamentoyan pêk bên.

Herwiha hilbijartina Parlementoua Tirkiyê û Roja cîhanî ya Kobanê di heman rojê de ne.

Ji ber ku Dewleta Tirkiyê dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê ji meriyetê ranekiriye, alîkariyên navneteweyî gelek bi zehmet derbasî Rojava dibin.

Adem Uzun uvarê vê mijarê got: “Yekitiya Ewrûpayê 9,5 milyon euro alikarî daye saziyên pêwîst û Heyva Sor, gelek alîkariyên Kurdan û dostên wan çêbûne, lê astengiya herî mezin a di pêşiya derbasbûna merheleya duyemîn a ji nû ve avakirinê de dorpêça Tirkiyeyê û hin pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê di derbasbûna alikariyan de ye.

Hêjayî gotinê ye erîşên çeteyên DAIŞ’ê li hember bajarê Kobanê di 15’ê Îlonê 2014’an de destpê kiribû, bi berxwedanek dîrokî hatibû pêşxistin ku 134 rojan berdewam bû.  Bajarê Kobanê 26’ê Çileya 2015’ê bi temamî hatibû paqijkirin, lê di vî şerî de ji sedî 80 bajar xera bû.

dîtin: 555

Pêveker:

di roja cîhaniya kobanê de cîhan li ser piya ye