• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di roja zarokan de li Tirkiyê 4,5 milyon zarok xizan,50 hezar jî koleyên seksê ne

Di roja zarokan de li Tirkiyê 4,5 milyon zarok xizan,50 hezar jî koleyên seksê ne


barkirin: Nîsan 23, 2014, 11:54


Li Tirkiyê 23’ê Nîsanê wek cejna fermî ya zarokan tê pîrozkirin. Eleqeya rayedaran di 23’ê Nîsanê de bi runiştandina zarokan a kursiyên ku dehthilatdariyê qirêj kiriye, wêdetir nake.  Lê tabloyeke ku 23’ê Nîsanê dide şermê heye. 500 hezar zarok li kolanan dixebitin, 4,5 mîlyon zarok xizanin, mîlyonek zarokên karker hene.

Li gorî rapora zarokên serbixwe ya Şefkat DER ê sala borî ji ber şîdeta nava malê 15 zarok mirine û 20 zarokî întîxar kiriye û 59 di qezayan de jiyana xwe ji destdane.

500 HEZAR ZAROK LI KOLANAN DIXEBITIN

Serokê Şefkat DERê Hayrettîn Bulan rapor aşkera kir û got li Tirkiyê 3 hezar zarok li kolanê dijîn, 500 li kolanan dixebitin,10 hezar parsekiyê dikin, 4,5 mîlyon xizanin û mîlyonek karker hene.

Her wiha ji sedî 45 karkerên çandinê ye û bi vê re nîvê zarokan naçin dibistanê. Her wiha 2 hezar û 550 zarok tiryakê bikartînin û hejmara zarokên temenê wan di navbera 0-18’an de ye û tiryakê bikartînin gihiştiye 99 hezarî.

3 HEZAR ZAROK GIRTÎNE

Tabloya reş bi vê jî naqede; hejmar zarokên girtî û hikumxwarî 3 hezare. 4 mîlyon zarokj jî naçin dibistanê û di salekê de hejmara zarokên nehatine qeydkirin jî 75 hezare.

Hejmar zarokên bûk jî mirovan dike nava xofê; di sê salên dawî de hejmara zarokên bû gihişt 130 hezarî. Di sê salên dawî de hejmara zarokên wenda bûne 27 hezare û ji van17 hezar zarokên keçin. Polîs di 3 salên dawî de der barê 500 hezar zarokî de kiryariyên edlî kirine.

Her wiha li gorî raporê di 3 salê dawî de hejmara zarokên di sektora seksê de dixebitin jî gihiştiye 50 hezarî. Her wiha di heman demê de hejmara bûyerê taciz û tecawizê gihişt 70 hezarî.

Di raporê de li gorîdaneyên wezareta dadê hejmara dozên îstîsmara zayendî ya zarokan di 2008’an de 7 hezar û 500, di 2009’an de 13 hezar û 812, di 2011’an de 18 hezar û 334, di 2012’an de jî 33 hezar û 992 ye.

ANF

dîtin: 402

Pêveker:

di roja zarokan de li tirkiyê 4 5 milyon zarok xizan 50 hezar koleyên seksê ne