• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di teqîna Qeretepe de 30 kes şehîd bûn

Di teqîna Qeretepe de 30 kes şehîd bûn


barkirin: Rezber 12, 2014, 1:20


Avahiya komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeya Qeretepe ya ser bi Kerkûkê ve, bi 3 otombîlên bombekirî hat armanckirin.

Îro, 12ê Cotmehê, danê sibehê 3 otombîlên bombekirî li pêş avahiya komîteya YNKê li Qeretepe teqîn û di encam de gelek ziyanên mirovî û aborî ketin.

Endamê encûmena nahiyeya Qeretepe, Selah Baban di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re got: “Demjimêr 10ê sibehê, bi dema Hewlêrê, 3 otombîlên bombekirî li pêş avahiya komîteya YNK, ku dikeve tenişt avahiya asayişê û rêveberiy nahiyeyê teqiyan û di encam de 30 kes şehîd bûn û hejmarek zêde jî birîndar ketin, piraniya wan ji asayişê û endamên encûmena nahiyeya Qeretepe ne.”

Selah Baban da zanîn jî ku, rêveberê nahiyey Qertepe jî di teqînê de birîndar bû, hemû birîndar jî bo nexweşxaneya Kelarê hatin veguhestin.

dîtin: 350

Pêveker:

di teqîna qeretepe de 30 kes şehîd bûn