• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di tîmên gokê de fen û fêl berdewamin

Di tîmên gokê de fen û fêl berdewamin


barkirin: Nîsan 2, 2014, 10:49


FIFA vê carê jî seza da Barcelona yê. Yekîtiya Federasyonên Gokê yên Navnetewî FIFA yê ji bo tîma herî bi hêz ya Ispanya Barcelonayê qedexe da ku 2 dewra yarîvanên nû wernegrê.

Ji aliyê FIFA ve hatibû destnîşankirin ku di veguhestina yarîvanên di bin 18 salî de ji aliyê Barcelona ve hîle hatiye kirin. Ji aliyê FIFA ve ji bo Federasyona gokê ya Ispanya jî şermezarî ragihand û 500 hezar Frangê Swîsrî jî seza da. FIFA diyar kir ku Federasyona Gokê ya Ispanî çavê xwe ji Kluba Barcelona re girtiye.

FIFA diyar kir ku di navbera salên 2009-2013 ê de hatiye aşkerekirin ku koma Ispanî gelek yarîvanên bin 18 salî re dane leyistandin û ji bo sererastkirina vê rewşê 90 roj dem dane Barça yê.

 

Rewanbej.com

 

dîtin: 413

Pêveker:

di tîmên gokê de fen û fêl berdewamin