• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di vê jûrê de tenê dikarin 45 xulekan bijîn

Di vê jûrê de tenê dikarin 45 xulekan bijîn


barkirin: Hêzîran 27, 2017, 7:31


Ev jûr an jî ode ya herî bêdeng ya cîhanê ye. Mirovên dikebine vê jûrê hetanî neha herî zêde 45 xulekan karîne têda bimînin.

Ev Jûra bi boneya çavdêrî, azmûn û bikaranîna amêrên deng hatî amadekirin neha jî jûra herî navdsr ya bêdeng ya cîhanê ye û companyayên mezin yên cîhanî ji bo projeyên Cûda vê jûrê kirê dikin.

Ev ode ewqas bêdenge mirov dengê xwîna rayê xwe, dengê aşıka xwe, dengê hinavê xwe dibihîze.

Ev jûr li Emerîka eyaleta Minnesota, azmûngeha Orfield e. Azmûngeha Orfield li bajarê Minneapolis êye.

Ev jûr sedî 99,99 deng nagre. Ev jûr cihê xwe di nava pirtûka Gines ya Şakaran de digre.

Bi cama qalind, Du qat dîwarên ji pola û qatek dîwarê 30 santîm yê betonê hatiye çêkirin.

Kesên dikevine vira sersam dibin. Piştî kêliyekê xeyal û xewnan dibînin. Bêdengî mirovan di warê derûnî de têk dide.

Dengê herî kêm yê mirov dikarin bibihîzin 0 desibele. lê di vê jûrê de bihistina deng -9 desible. Eve ji te
wateya bêdengiya dînkirinê.

Devera herî bêdeng ji bo mirovan 60 desibel e, ev jûr - 9 e. Pêlên deng olan nadin û bi xêra nixumandineka taybet pêlên deng têne miştin.

Berpirsiyarê bilind yê vê jûrê Steven Orfield dibêje "Di vê jûrê de mirovek hetanî neha karîye 45 xulekan bimîne. Eger we divê hun dirêj bimînin divê hûn rûnên eger na, hizirandin jî li vira gelek tirsnake. Di nava bêdengiyê de hun gurpe gurpa dilê xwe, dengê aşikê xwe, dengê cerga xwe dibihîzin."
Orfield diyar kir û got gelek sazî û kargehen
cîhanî li wira azmûnan pêk tînin, diyar kir ku NASA jî fezagerên (astronot) xwe li vira perwerde dike û amade dike. 

dîtin: 471

Pêveker:

jûra bêdeng orfield