• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di yekemîn salvegera Karesata Şengalê de çalekiyên Kurdên Êzdî

Di yekemîn salvegera Karesata Şengalê de çalekiyên Kurdên Êzdî


barkirin: Gelawêj 2, 2015, 5:01


Di salvegera karesata Şengalê de çalakî Kurdên Êzdî
Di yekemîn salvegera karesata Şengalê de li ber avahiya NY civiyan û daxwaza rigarkirina Şengalê û jin û keçên Êzdî kirin.

Di yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de hejmarek Kurdên Êzdî û rêxistinên civaka sivîl li Hewlêrê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û daxwaz kirin ku Şengal bê rizgar kirin û jin û keçên Êzdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin bêne rizgarkirin.

Çalakvanên ku piraniya wan jinên Êzdî bûn, ev êrîşa hovane ya li dijî Kurdên Êzdî dubare şermezar kirin û herwiha daxwazên xwe bi dosyayek pêşkeşê berpirsên NY kirin û daxwaza alîkariyê kirin. Di 2’ê Tebaxa 2014’ê çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê ligel Erebên li herêmê êrişek berfereh birin ser herêma Şengalê. Jiber vê êrîşê bi dehezaran Kurdên Êzdî ji malên xwe reviyan û bi sedan jî ji aliyê terorîstan ve hatine qetlkirin. Terorîstên DAIŞ’ê jin, zarok û zilamên Êzdî revandin û ew weka koleyan firohtin.

dîtin: 472

Pêveker:

di yekemîn salvegera karesata Şengalê de çalekiyên kurdên Êzdî