• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dîmenên em bi salane bi hesret in li hundirê Rojhilatê Kurdistanê bibînin, van rojan li her derî tên dîtin,

Dîmenên em bi salane bi hesret in li hundirê Rojhilatê Kurdistanê bibînin, van rojan li her derî tên dîtin,


barkirin: Rezber 21, 2014, 11:10


Ev 30 roj in Berxwedana Kobanê di rojeva cîhan û Kurdan de ye. Çeteyên DAÎŞê nikarin armancên xwe heta niha pêk bînin, wan dixwest nimêja cejnê li Kobanê bikin lê qehremanî û berxwedana YPG/YPJ´ê ev xweziya DAÎŞê di ber de hişt, armanca wan bin ax kir. Ev berxwedan ne tenê li Kobanê, lê bûye çirûskek li deverên pir balkêş deng veda, yek ji van deveran Rojhilatê Kurdistanê ye.

Dîmenên em bi salane bi hesret in li hundirê Rojhilatê Kurdistanê bibînin, van rojan li her derî tên dîtin, li Kamyaran, Pawe, Ciwanro, Mehabad, Mîrwan, Sine û li hemû deverên din berxwedana Kobanê bûye mişelên azadî di destên Kurdan de. Ya ji wê balkêştir jî pirranîya van meş û mîtîngan pêşengên wan jin in. Ev nîşana yekbûna rihê Kurdan e, nîşana destpêka pêvajoyeke nû a bêveger e, her kes cesaret ji berxwedana Kobanê digire û li deverên herî zehmet ji bo xebatê dengê xwe bilind dikin, Kobanê dikeve nakeve ev mijar derbaz bûye, êdî nîqaşa biserketin û neketina Kobanê bê wate ye, ji ber kû Kobanê bûye Kurdistan hemû, tevahiya Kurdistanê bûye Kobanê, ne tenê hemû Kurdistan li deverên bi eqilê mirovan re nayen ji bo Kobanê çalakî hene, li Efxanistan, Arjantîn, Efrîka Başûr, Kanada û Awûstûralyayê her der bûye Kobanê.

Ev tablo hin kes bêzar kirine û hin ji wan jî hîna ji xewa xefletê ranebûne û kayê kevin diden ber bayî. Dibêjin di salên 70yî de dema heyeta Kurd çûye Bexdadê ji bo danûstandina li ser daxwazîyên Kurdan, ji bo ku cûdahîye rojevê Kurd û Hukûmeta Iraqê a wê demê bi zimanêkî pêkenok bênin ziman digotin “piştî çend rojan giftûgo Kurdan tiştek negot û nekirin, roja dawî yekî di nava heyeta Kurdan de got, ev maseya glover a ew qasî mezin çewa wisa yek parçe di vî deriyî re derbazî vê salonê hatiye kirin”? Bê guman ev çend rast e û ne rast e, ne mijara me ye, ew rewşa Kurdan di bêagahiya xwe de têne ziman.
Niha jî hin partîyên li Rojava yên ku birêveberên wan yan li Hewlêrê yan li Stanbol yan jî li Ewrûpa ne, piştî ewqas bûyerên giran ên li Rojava bi taybetî li Kobanê, mîna ku di guhê gayî de bin, derdikevin pêşberî çapemeniyê û li ser qanûna xizmeta serbazî ya ciwanan qala diktatorîyeta PYD´ê dikin. Ew jî mîna heyeta Kurd li Bexdayê bi serê wan hatiye. Hin dîmenên li çapemenîyê li ser qehremaniya YPG/YPJ´ê tên dîtin, dost û dijmin xistîye nava nîqaşa li ser qabiliyeta van şervanan, di dîroka avabûna El-Qaîde´yê heta niha bi qasê şerê Kobanê neketine nava tengasîyan û windahî nedane, ji bilî Tirkiye û hin hevkarên wan, cîhanî hemûyî li hemberê DAÎŞ´ê hev girtiye, ti carê Neteweyên Yekbûyî li ser Rojava wisa neketiye nava hewildanan lê hin partîyên nikarin du metro pêşya xwe bibînin rast û çep êrişî ser PYD´ê dikin. Weke ku bi tenê li Rojavayê Kurdistanê PYD yekane partîya di nava Rêvebirîya Kanotanê de be.

Wer bawer dikim, ev tengasî ne ji PYD´yê ye ji ber berxwedana YPG/YPJ´yê ye, ji ber ku hem Tirkiye û hem hevkarên wan xwe îqna kiribûn ku Kobanê wê di demeke kin de biketa, lê berxwedanê mehekê li ser hev li hember çeteyên herî hov di dîroka mirovahiyê de her kes matmayî hiştiye, ev jî ji bo rewabûna Kantonên Rojava destpêkeke nû ye. Berxwedana Kobanê wê destê Kûrdan li Bakur, Başur, Rojhilat jî bihêz bike. Wê her kes naçar be rêzê ji Îradeya Gelê Kurd re bigerê, nexwazin jî lê wê neçar bibin. Şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê heta niha anîn, lê ji vir û şûnde divê gelê Kurd û hêzên Siyasî yên Kûrd vê berxwedanê bi yekîtiyê dewam bikin. Ji bo vê jî di serî de divê Perlemana herêma Kurdistanê Kantonên Kobanê nas bike, ambargoyên aborî li ser Rojava werin rakirin, rê werê dayîn ku gel, partî û rêxistinên civaka sivîl alîkariyên xwe bigihînin Rojava, çek û pêdivîyên însanî ji bo rojava werin birêkirin, eger ev tişt neyên kirin, kes hêvî neke ku DAÎŞ wê bi rengêkî hovanetir carêke din êrişî ser Başûrê Kurdistanê neke, mînaka herî dawî jî êrişên Qere Tepe ne.

Yên dibêjin “pêşeroja hemû Kurdistanê û ewlekarîya Başûr jî, girêdayî asta berxwedana Kobanê ye” tişeteke şaş negotine, her tişt girêdayî Kobanê ye.

Xendan org.

dîtin: 171

Pêveker:

dîmenên em bi salane bi hesret in li hundirê rojhilatê kurdistanê bibînin van rojan li her derî tên dîtin