• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Dîrok - Pel 2

Tevayî gotarên di derbarê bûyerên dîrokî de

Adar 1, 2015, 2:37

Navê General Mistefa Barzanî | Kakşar Oremar

Dema navê wî tê bihîstin, gelek tişt têne bîra min. Babê min, yek ji pêşmergeyên ku ji nêzve Barzanî dîtibû dema ku navê wî dibihîst, suhbeteke wisa nostaljîk, tije bîranîn û germ bi mêvanên xwe re dikir ku mirov neçar dima heya dawiyê guhdarî wî bike. Gotineke wî wiha bû ku herdem ducare dikir:” Me.. berdewam...
Rêbendan 16, 2015, 3:11

Siyabend û Xecê kengî jiyane? | Mehmet Gultekîn

Siyabend li herêma Silîvan tê dinê, bavê xwe nabîne ji ber ku ew beriya bûyîna wî dimire, ew diya xwe jî bi pakî nabîne ji ber ku dema ew du salî bûye ew jî diçe ser dilovaniya xwe. Ji wê pêve Siyabend li cem apê xwe Mihemed ê mixtarê gund dimîne. Dema ew hinekî mezin dibe ji zarokên gund re dibêje:.. berdewam...
Befranbar 11, 2015, 1:43

Banû Şîrwanî; Dengê jinên Kurmanc, dengê koçberî û xerîbiyê

( 1929 Gundê Welîava – 2003 Meşhed )Têbînî: Pêşkêş ji hevalê min yê şirîn û hêja Vahid Şêydayî re ku li ser Banû Şîrwanî gelek zaniyarî dane min. Dengê wê şilik û nazik, bihêz û tije êş e. Xemila dengê wê enstûrmetek binavê Dutare ku ji hêlekê Banû dinale û ji hêla din jî Dutar pêre dikale. Hemû ork.. berdewam...
Sermawêz 18, 2014, 2:23

Rojek dîrokî, du navên efsaneyî

Rojek dîrokî, du navê efsaneyî17ê Kanûna sala 1945Wê rojê li Mehabadê pêngaveke nû hate avêtin. Pêngava ku xêza îptalê bi ser sîstema desthilatdar a padişahî dikişand û bû destpêka şoreşeke nû li Îran û Kurdistanê. Rewşenbîr û siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê bi cesareteke mezin li bajarê Mehabad.. berdewam...
Sermawêz 18, 2014, 2:11

17 ê Kanûnê, Rojeke dîrokî

Wê rojê li Mehabadê pêngaveke nû hate avêtin. Pêngava ku xêza îptalê bi ser sîstema desthilatdar a padişahî dikişand û bû destpêka şoreşeke nû li Îran û Kurdistanê. Rewşenbîr û siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê bi cesareteke mezin li bajarê Mehabadê ala Kurdistanê hildan. Ew çalakî jî dihate wê wa.. berdewam...
Sermawêz 13, 2014, 10:32

Dengbêjên Kurd û qedera Mêrxas û Serokên Kurd

Dema ew dest pê dikin, çav dikevin ser rû, dev û hereketa destên wan. Kes nikare bi bêbaldarî guhdarî wan neke. Ew sal bi sal, roj bi roj û peyv bi peyv li ser destan û serbihûriya qehremanên Kurdistanê geh diaxivin û geh jî stranan dibêjin. Ew kevalekî dineneqşînin ku hezar reng têde ne. Rûdanekê w.. berdewam...
Sermawêz 5, 2014, 9:55

Kurteyek ji dîroka Mukrî yan

Kurdistana Mukrî yek ji navendên çalak û bajarvaniya Kurdistanê ye ku bi axa xwe ya dewlemend û deştên çerandinê yên tije ber ji herêmên avedan ên Îranê û bi av û hewaya xwe ya dîmenên dilkêş ên xwezayê ye Mukriyan li Kurdistanê herêmeke naskirî ye ku navenda wê Mahabad an jî paytexta komara sala 19.. berdewam...
Gelarêzan 14, 2014, 8:46

Şerê cihanî yê yekemîn û Kurdistan

Li ser destpêkirina şerê cihanî yê yekê 100 sal derbas bûn. Şerê ku navenda wê li Ewropa bû û di çar salên temenê xwe yê tije kuştin û wêranî de pêvajoyeke nû a dîrokê jî bixwe re afirand.Ji roja 28ê Tîrmeha sala 1914an heya 18ê Sermaweza sala 1918an( 28. 07. 1914 – 11. 11. 1918 ) bi qasî 1565 rojan.. berdewam...
Rezber 26, 2014, 8:00

TOSINÊ REŞÎD LI SER GOTINÊN MÎR TEHSÎN BEG ŞIRO DIKE

Van demên dawî, bi taybetî piştî ku Mîrê êzdîxanê, Tehsîn Beg di hevpeyvîna xwe, ya kanaleke erebî re, gotiye êzdî ne kurd in, seva wî gelek tê gotin û nivîsar. Tiştên ne rê û ne rast jî tên gotin. Wan gotinên wî bi temenê wî re girê didin, kurê wî dibêje, guve bavê wî nexewş e, ji ber wê usan gotîy.. berdewam...
Rezber 25, 2014, 8:43

Nivîsek li ser Kurdbûna Êzîdiyan

Van roja, dîsa hinekan pirsa “Êzdî kurdin yan Kurd nînin” anîne meydane. Berê neyartiya xwe dane rewșenbîriya Kurdên Ermenistanêye Êzdî yên dema dewleta Sovêtê, bûne mêrxwes û parêzerê êzdîtiyê, û bi zimanê xweyî rûsî, șûrê xweyî “Donkî xot” berbi salên buhurî dihejînin. Ez difikirim di nav vanda ew.. berdewam...
Rezber 19, 2014, 11:53

Ji bo bîranîna Profêsor Gêorgiyê Xudoyê Mihoyî

Dibek ji we gelek vî doktor-profêsorê me nas nakin, lê em borcê xwe hesab dikin li ser vî camêrî we agahdar bikin. 14-ê cotmehê rojbûyîna PROFÊSOR GÊORGÎYÊ XUDOYÊ MIHOYÎ bû. Ji bo heval û hogirên me bizanibim ew çi mêr bû, em gotara doktor Nodar Masekî ji rûsî wegêrî kurdî dikin û raberî we dikin.PR.. berdewam...
Êlûn 26, 2014, 2:09

Beytên Kurdî û beyta Genc Xelîl

Di van rojan de ku Gerîla ji hêlekê û ji hêla din jî Pêşmerge şerê „reşpoşên cahêl û hov“ dikin, navê hinek qehremanên edebiyata me ya devkî ketin bîr min. Genc Xelîl navê yek ji wan qehremanên beyta ” Genc Xelîl” e. Çîroka wê beyt an jî serbihûriyê vedigere wê serdemê ku Osmanî li Kurdistanê hakim .. berdewam...
Êlûn 15, 2014, 9:27

Bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, Komkujiya Qarnê û Qelatan

” Em çend rojan li cenazeyan digeriyan. Cenaze ji gund derxistibûn û havêtibûne nav gelî û newalên derdorê. Gelek kuştî biribûn çolê da wisa nîşan bidin ku di encama şer û fîrarê de hatine kuştin.Kuştî bi rûyê xwe nedihate nasîn, me beşek ji wan bi cil û bergan nas kirin. Dema me dest yan piyên miri.. berdewam...
Êlûn 12, 2014, 12:44

Oxira dawiyê ya neviyê Simkoyê Şikak

Kohzad Simko (1954-2014)Ew kesekî giran û girêdayî rêbaza pîroza Kurdîniyê bû. Rêbaza ku wek mîrasekê ji bav û kalan jê re mabû û heya sax bû ji wê qadê dûr neket û derneket.Demaj i bo konferans an jî helkeftekê diçûme bakurê Kurdistanê ew jî ji bo dîtina min dihate Wan, Gever an jî her dera ku me b.. berdewam...
Êlûn 5, 2014, 11:39

Gelo navê Şengalê ji ku tê?

Îro nivîskarê hêja Konê Reş ji Kudistana rojava, ji bajarê Qamişlo li ser şiroveya navê Şengala êzîdîyan nivîsî, ku li gorî Seydayê Cegerxwîn navê Şengalê ji gotina «Şeng Ar» hatîye yanê «Kevirê Agirî». Du ra bûye «Şeng Al» (yanê:Al beyreqe û Şeng ciwane).Bêguman, eva şiroveya Seydayê Cegerxwîn gele.. berdewam...
Êlûn 4, 2014, 12:45

Kî alîkariya ji bo Şengalê bend dike?

Mitalên RexnegiriyêEva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite. Qîrîn û hewara gelê me cîhan hingavt, lê, sed mixabin, Şengala kavilbûyî û wêranbûyî hela rizgar û aza nebûye: ew vê gavê hela li bin destê çeteyên DAÎŞ`ê da maye. Vê gavê bi hezaran êzîdî di nava dest û lepên van guran û wehî.. berdewam...
Gelawêj 30, 2014, 1:00

Di belgeyên dîrokî de Êzîdî û şopên fermana 72 an | Perwer Yaş

Di sedsala 16’emîn de lêkolîner û yên ji bo gerê rêya wan bi Kurdistanê ketin herî zêde Êzidî meraq kirin. Fêmkirina sira vê koma biçûk a baweriyê ya di navbera Çiyayên Kurdistan û Çola Erebîstanê de asê mayî, ne hêsan bû. Bêguman belgeyên der barê Êzidiyan de, notên lêkolîner û dîroknasan bi şopên .. berdewam...
Gelawêj 30, 2014, 12:20

Neha jî dora tunekirina dîroka Kurdan e

Hovên Daîş vê carê jî berê xwe dane deverên dîrokî yên Kurdan. Ji xwe di pergal û armanc û mêjiyê wan de tunekirina hertiştî hebû û heye. Ev koma hovane ya ku ne li gorî tû pîvan û rêbazî tev digerin piştî destxistina Şengalê deverên dîrokî yên Kurdan jî ji bo xwe kirine armanc.Li gorî nûçeya ku di .. berdewam...
Gelawêj 28, 2014, 10:04

500 sal derbas bûn | Beş 2

Li rex du sedemên sereke çend sebebên din jî bûn sebeb ku Yavuz Sultan Selîm an jî hemen Sultan Selîmê Yekê hêrişî Îranê bike:1. Serokê êla Teklo ku wek xelîfeyê Şah Îsmaîlê Sefewî dihate naskirin li gelek herêmên Asiya Biçûk dest bi tevkujiya xelkê wira kir ku bi mezhebê xwe tev Sunnî bûn. Bi kuşti.. berdewam...
Gelawêj 22, 2014, 10:44

Ez çûm Şingalê di xewnek xwe de

Gelî Sebrên Dilan; îjar ez di xewna xwe de çûbûm sala 1837’an. Min dît ku li serê çiyayekî dora wî dixan û toza ku ji erdê radibe û bi darên mêşinî û kevirên gewr e û ku jê re digotin Çiyayê Şingalê. Mirovên wê derê li dora min kom bûbûn û bikenên xwe yî dawidî pîrên ku bi riha spî, destê xwe li pêş.. berdewam...