• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dîroka kuştin û îdama azadîxwazan li Îranê

Dîroka kuştin û îdama azadîxwazan li Îranê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Sermawêz 7, 2013, 3:52


Dîroka siyasî li Îranê dîrokeke tije xwîn, kuştin û rûpelên wê pirin ji cinayetên bênav û nîşan. Qêrîn û hawarên hinek mêxasên navdar bûye sedem ku gel li dijî padişah û qiralên cinayetkar rabin ser piyan. Ji çaxê desthilatdariya Sefewî û Qacariyan heya selteneta Pehlewî û hakimiyeta komara îslamî hezaran kes bi tawana azadîxwazî û daxwaza mafên netewî-wekheviyê hatine îdam kirin. Hakim û padişahên ku ger mîr, beg, axa an jî serleşkerekî serê xwe li ber piyê wan netewanadiba, cezayê wan yê herî sivik kuştin bû.

“Azadî, pênûs û zanîn” sê peyv bûn ku ew hakmên xwînmêj jê ditirsiyan û azadîxwaz bi hebûn an jî bi lêvkirina van peyvan dihatin girtin û kuştin. Carna hinek ji wan “girtiyên azadiyê” hemû temenê xwe di girtîgehên wan dewletan de derbas kirine û carna jî ji ber helwestên xwe yên homanîstî zû (elbete bêmehkeme û dûr ji çavê civakê) hatine îdam kirin.

Li Îranê netewên weke Fars, Azerî, Kurd, Belûç, Ereb, Gîlek û… hwd dijîn. Di rêbaza azadî û xebata li dijî dîktatoran de li Îranê dîsa Kurd dikevin rêza yekê û ne tenê li rojhilatê Kurdistanê û bi partiyên siyasî re kar û xebat kirine, belkî di nava rêxistinên din yên Îranê de jî gelek kur û keçên Kurdan canê xwe pêşkêş kirine. Ji Ezîz Yusifî, Xenî Bilûriyan û Elî Gelawêj bigire heya mamosta Ferzad Kemanger, Şirîn Elemholî, Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî, Ihsan Fetahiyan, Hebîb Gulperîpor, Husên Xizirî û Îsmaîl Mamedî kerwanê şehîdên rêya azadiyê li wê para axa me jî dûr û dirêje.

Di serdema selteneta Mihemed Riza Pehlewî de etmosfêrekî toje tirs û 100% li dijî demokrasî û azadiyê hakim bû. Rêxistina êstixbaratê a bi navê SAWAK ne tenê di nava sinorên siyasî ên Îranê de belkî maşîna wan a terorê li dervey sinorên welat jî di hereketê de bû. Wan bi rêya karmendên xwe dijberên seltenetê teror dikirin. Di nava sinorên welat de jî nefesa azadûxwazan çikandibûn. Li wilayetên weke Kurdistanê siyaseta wan li ser wê xêzê dimeşî ku nehêlin Kurd ji hêla xwe ya aborî ve pêş bikevin û çanda civakê neyê pêş nekeve û neyê gûherandin. Hinek axa, beg û şêxên xwefiroş li bajar û gundan bi miaşekî kêm lê bi dizî ketibûn xizmeta sîstemê. Li dijî hereketa gel bûn û her salê carekê jî diçûne maçkirina destê şahê Îranê li Tehranê. Ew li dijî doza Kurdistanê bibûne kedxwar û bi vî awayî salên dirêj li dijî mafên netewî li Kurdistanê hevkariya Pehlewî kirin.

HIZBA TUDEH Û XEBATA SIYASÎ Li Îranê partiyên weke Tudeh(1941) xwedî çalakiyên berfireh bûn. Endamê komîta navendiya wê hizbê nivîskar, şoreşger û marksîstê navdar Xosrû Rozbêh li sala 1958 hate tîrbarankirin. Wî karî di nava refên artêşa Îranê de şaxê leşkerî yê hizba Tudeh çêbike û çalakiyên mezin lidarxînin. Ew bi gelek hevalên xwe yên efser û serleşker re hatin îdam kirin. Berxwedana wan bû hêvênê nivîsandina gelek roman, helbest û stranên Farsî. Wan salan straneke wiha kete ser lêvên azadîxwazên Îranê ku her tim lê bi dizî dihate gotin. Navê stranê “mera bibûs_ min maç bike” bû: Min maç bike Bo cara dawiyê, bi xatra te, çimkî ez ber bi qederê ve diçim bihara me derbas bû, yên çûyî çûn ezim li pey qederê di nava tufanê de hevalbendê kelekvanan yê canê xwe pêşkêş bike, divê ji tufanê jî derbas bibe di nîva şevên tarî de, ez bi hevalên xwe re xwedî sozim ku agirên geş li çiyan hilbikim di vê şeva reş de bibim rêvîng, ji rêya reş û tarî derbas bibim ….. min maç bike, ev maça xatitxwestinê bêhna xwînê jê tê…. (1).

TEROR Û ÎDAMÊN DIN … Sala 1973an li Tehranê 12 kes ji rewşenbîr û xwendevanên Îranî bi tawana ku dixwestin kurê şahê Îranê(Riza Pehlewî) bidizin, hatin girtin û îdam kirin. Sala 1968an şoreşgerên Kurd Silêman Moînî, Îsmaîl Şerîfzade û Mela Aware di çaxê serhildana Barzanî de bi rêya SAWAK û li dervey sinorên Îranê (li Silêmaniyê) hatin teror kirin. Termê wan di nava kuçe û kulanên bajarên Mehabad, Şino, Serdeşt û Xanê de digerandin. Wan wiha dixwestin gelê Kurd bitrsînin ku xwe ji xebata siyasî dûr bikin. Pêwîste ev jî neyê ji bîr kirin ku di wan salên reş de ger di malekê de tenê çend dêrên nivîskî bi zimanê Kurdî bihatana dîtin, cezayê mirinê li pey bû. Şaêr û rojnamevanê marksîst Xosro Gulêsorxî û Kermat Danişiyan(rejîsor) ji enadên rêxistna “Çirîkhayê fedayî Xelq” li sala 1974an bêy ku di dadgeha leşkerî de bihêlin xwe biparêzin, hatin îdam kirin. Û elbete gelek kesên din jî hatine îdam kirin, lê li vira min tenê nave çend kesên naskirî nivîsî. Ev rewş heya şoreşa gelên Îranê bi wê hîvîyê ku komareke demkoratîk yê bê damezirandin berdewam bû. Îdam li her dera Îranê berdewam bûn heya ku gel li dijî rejîma Pehlewî rabûn. Û vê carê êdî makîna îdamê ket destê meleyên hakim û nîhatî. Sadiq Xelxalî wek nunerê Xumêynî û bi fermana wî ya nivîskî mîna qesabekî kete canê berpirsên hikûmeta berê û ji xeynî îdama serokwezîrê Îranê yê berê Huvêyda, serleşker Nesrî û yên din bi hezaran azadîxwazên Kurd, Belûç, Fars û Turkmen jî golebaran û îdam kirin. Dijberên ku rojekê şoreşger bûn û li dijî sîstema seltenetê kar kirin ku sîstema komara îslamî bête çêkirin, ketin ber şûra “qaziyê şoreşê” Sadiq Xelxalî. Îdama şoreşgerên Kurd li Sine, Urmiye û Mehabadê hê jî babetê rojê yê ragehanina cihanê ye.

HAVÎNA ÎDAMÊN GIRSEYÎ Di çaxê şerê Îran û Îraqê de ji salên 1980an heya 1988an hezaran kes ji endamên partiyên siyasî hatin girtin. Piraniya wan ji rêxistina Mocahidînê Xelq bûn ku li Îraqê bûn û bi artêşa Îraqê re şerê Îranê dikirin. Piraniya hêza leşkerî-siyasî a du hizbên serekê ên wê de yanî KDP. Îran û Komele li çiyayên Kurdistanê û di nava sinorên axa rojhilatê Kurdistanê de xebata xwe dimeşandin. Di sala şer a dawiyê de piştî ku artêşa Mocahindînê Xelq hêrşî Îranê kirin, nêzî 5 hezar kes ji endanên wê rêxistinê di girtîgehên Êvîn û yên din de hatin îdam û tîrbarankrin. Ew tevkujî bi “tevkujiya havîna 1987an” tê naskirin. Wan salan ji xeynî îdama berpirsên hikûmeta Pehlewî û endamên hizbên siyasî kesên ku bi mezhebê xwe wek “ Bihayî” jî tên naskirin, hatin kuştin û îdam kirin. Li pey îdama hezarn kes ji endamên rêxistina Mocahidînê Xelq û bêhêzbûna wan li Îranê hereketa siyasî li rojhilatê Kurdistanê hê jî berdewame. Di derfetên herî kêm ên ku çêbûne, Kurda sûdekî baş standiye û dengê xwe li dijî komara totalîter bilind kirine. Ji ber wê jî tevî ku nêzî 35 sal ji temenê komara îslamî derbas dibin, bizava Kurd li Îranê zindî û li ser piyane. Di van çend salên derbasbûyî de bêtir ji endamên hemû rêxistinên siyasî li hemû Îranê girtiyên Kurd hatine girtin û îdam kirin.

Dadgeh an jî mehkemeya kesên wekî mamosta Ferzad Kemanger bi awayekî veşartî hate çêkirin, lê ez di wê baweriyê de me ku wî jî mîna Xosrû Gulêsorxî hem baş doza xwe parastiye û hem jî nasnama komara teror û wehşetê baştir ji her azadîxwazekî raxistiye ber çavê qazî û berpirsên hikûmetê.

Sedan sale ku li Îranê çalakvanên siyasî û kesên azadîxwaz ji ber “raman û fikirkirin”ê digirin, bi şêweyên formalîte mehkeme dikin û dawiyê jî ger ew xwe teslîm nekin û nameyên poşmaniyê ji rêber û desthilatdaran re nenivîsin, têne îdam kirin. Kesên weke Ferzad û Hebîb xwe ji qedera gel cuda nekirin, paqij û cesûr bûn, lê awayê dan û standina bi wan re dadgehên salên 1542an û engîzîsyonê tînin bîra dîrokê. Di Îrana îro de sansûra pirtûk, kovar, rojname, rêzefilm û heta malperên internetê jî bûye sedema paşdemayîna bîr û ramanên azad. Ramanên zindî û afirandkar têne fetisandin û ew nahêlin çanda siyasî, hunerî û wêjeyî di nava çînên civakê de pêş bikin. Lê pirsa esasî di vir de ewe ka ewê bikarîbin li pêşberî “ramanên azad” bibin asteng? Di dîroka cihanê de kesî nekariye karekî wiha bike û bawerim rayedarên komara îslamî jî yê di pêkoleke wiha de biser nekevin.

KOMARA ÎSLAMÎ Û REWŞA ÎRO Li pey şikenceyên giran ên rûhî û cismî, bê wekîl û dûr ji xebera endamên malbatê demeke dirêj girtî di şerten herî xerab yên zindanê de dimînin. Piştî ku ji ber birçîtî, lêdan, sivkatî û dehan derdên din girtî ji jiyanê bêzar bûn, wan ji bo îdamê dibine hûcreyên tarî û yekkesî. Bi bêy ku ew ji roja îdama xwe hatibine xeberdar kirin, ew ji mafê dîtina wekîl, dayik, bab, bira, xwîşk, jin û zarokên xwe jî bêparin. Kuştin bi du şêwe an jî rêyên daleqandina bi werîs an jî kuştina bi rêya keviran rêyên herî xerab ên kuştinê li Îranê ne. Ji 35 sal berê heya niha hejmara kesên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin kes tiştekî nizane. Rayedarên komarê di vê derbarê de ti agahîyan nadin û heta hejmara kesên îdambûyî jî bi eşkerahî ne diyare.

ZINDANÊN NASKIRÎ AN JÎ XANÊN ÎDAMÊ LI ÎRANÊ Êvîn(Tehran), Qizilhesar û Recayî Şehir(Kerec), Wekîlabad(Meşhed), Zahidan, Urmiye, Kirman, Isfehan û Tebrîz her roj şahidiyê ji îdam û hewara azadîxwazan didin. Li gor anketên rêxistinên mafên mirovan li Îranê hejmara îdamên eşkere û veşartî sal bi sal zêdetire. Nûciwanên ku di çaxê encamdayîna tawanê de jî hatine îdam kirin gelekin. Ji wan Arman Mihemedî 12 salî, Irfan Q 17 salî, Elî Kiyanûş 17 salî, Seîd Efşar 15 salî tevî ku li gor yasayên navnetwî zarok têne hesibandin, hatine îdam kirin. Kesên ku Kurd, Belûç û Ereb bin bêtir ji ber tawanên siyasî û bi mezhebê xwe sonnî ne, têne îdamkirin. Şerê sîstema desthilatdar li dijî olan û mezhebên ku ne şîiyên 12 îmamî ne jî berdewame û zextên di vê qadê de jî li dijî Kurd, Belûç û Erebên nava sinorên Îranê bê sinorin.

ROJA CIHANÎ YA LI DIJÎ ÎDAMÊ Ji 10ê Octobera sala 2002an heya roja îro li dijî îdamê çalakî sal bi sal zêdetir bûne. Kuştina zêde a girtiyên siyasî û medenî li welatên wekî Îranê bû sedem ku ji hêla UNê ve 10ê October wek “roja cihanî ya li dijî îdamê” bête destnîşan kirin. Li Îranê hûkimê îdam bêtir bi sûçên neeşkera û îtirafê re tê dayîn ku di şertên gelek xerab, şikence û bêwekîliyê de tê dayîn. Pirî caran hatiye dîtin ku kesên girtî di bin zextên giran de neçar dimînin ku heta li dijî xwe jî biaxivin. Ev jî gelek caran dibe sedema îdam an jî tîrbaran wî. Îro Îran bi li ber çavgirtina hejmara nifûsa xwe welatê yekê yê cihanê ye ku zêdetirîn îdam têde têne encam dan.

JI VAN SÛCHAN RE ÎDAM TÊ DAYÎN Kes bi tawanên weke zina, şerê li dijî sîstemê, mufsid fî elerz(fasidê li rû erdê) an jî kesên ku li dijî sîstema desthilatdar propagandeyan dikin, kar li dijî yekperçebûna welat, belavkirina derewan, tevlîhevî di sîstema aboriya welat de, karê fehşa û fesadê, eşqiyatî, qetil û qisas, tawanên olî anku dijûn an jî sixêfên li dijî rêberê olî yê Îranê, pêxemberê îslamê, îmam û keç û jinên wan, dubarekirina tawanan, qaçaxçiyatiya Tiryak û Heroyînê, sûdstandina ji internet, telefon û îmkanên din yên elktronîkî ku izna wan nehatiye dayîn. Gere bê gotin ku kevirbarankirin û îdama zarokan ku carna keçên 8 salî û lawên 14 salî jî bûne, hatiye dîtin. Ev di rewşekê de ye ku Îranê biryara “ fêrmînaskirina mafê siyasî û sivîl” yê UNê îmza kiriye, lê di piraktîkê de cî bi cî nekiriye. Welatên ku vê biryarê îmza dikin tenê dikarin di çaxê sûçên gelek giran de biryara îdamê li dijî kes an jî kesên tawanbar de bidin. Di van welatan de îdama zarokan jî 100% qedexeye. Rayedarên komara qaşo îslamî li Îranê heya niha yek ji van biryaran jî cî bi cî nekirine.

BINPÊKIRINA MAFAN! Li Îranê binpêkirina mafên siyasî û li ber çavnegirtina mafên kêmnetewên olî-etnîkî bi awayekî sîstematîk berdewame. Dewletên rojavayî jî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî çavpoşiyê li gelek kiryarên hovane ên komara îslamî digirin. Li dijî vê rewşê heya niha gelên Îranê hem peyama xwe ya aştîxwazane raberî raya giştî a cihanê dane û hem jî bi çalakiyên weke gireve birçîbûnê dengê xwe li dijî sîstemê bilind kirine. Îdamên van rojên dawiyê hemû hîvîyên bi hatina Hesen Rûhanî û sozên ku wî beriya hilbijartinê dabûn, vala derxistin. Rewşeke wiha li Kurdistan, Xuzistan û Belûçistanê baştir tê dîtin. Çimkî ji çaxê ku Hesen Rûhanî bûye serokkomarê Îranê sedan kes(zêdetir ji 400 kesan) hatine îdam kirin. Mixabin demeke ku êdî di bin siya hevdîtinên Îran, USA û welatên rojavayî de rewşa mafê mirova li Îranê ber bi xerabiyê ve çûye. Di warê mafê mirovan de siyaseta dewleta Îranê şefaf nîne û bi giştî berevajî soz û qirarên Hesen Rûhanî ye. Di vê gitarê de min behsa binpêkirina mafê jinan li Îranê nekiriye. Çimkî ew bi sere xwe mijareke cuda ye. (1). Gotin: Heyder Reqabî Stranbêj: Hesen Gulneraqî KAKŞAR OREMAR / 06. 12. 2013an DÜSSELDORF

 

dîtin: 614

Pêveker:

dîroka kuştin û îdama azadîxwazan li Îranê