• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Divê fermaneke Netewî li me Kurdan rabe

Divê fermaneke Netewî li me Kurdan rabe


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Rezber 13, 2013, 1:57


 

Ev dûsed sala ku ereb, fers û tirk Kurdan dikujin, di qatliamanre derbasdikin, çi tiştên derî muravahiyê heye bi kurdan dikin û di sedsala dawîde Dewleta Emerîqa û Dewletên ewrupî jî alîkariyan wan her çar dewletên dagirker dikin û bi şêwazeke hovana êrîşî kurdan dikin û kurdan dikujin. Lê ez dibêjin hîn jî ne bese, divê Dewletên esya navîn wekî Çîn, Hindîstan,Pakîstan, Rus, Dewletên Efrîqî û Dewletên latînî jî alîkariya van her çar Dewletên dakirker bikin û me kurdan ji dinya yê bi qelînin da em jî ji xwere xeles bibin û ev her çar Dewletên dakiker jî ji xwe re rehat bibin. Naxwe yekîtiya me Kurdan bi tû awayî çênabê, çênabê çênabê, gelî hevalan. Kezeba me şewitî û pijirî, mêjiyê me ji hevudin belabu, zimanê me qelişi, em dikin û nakin yekbuna me Kurdan çênabê û kurd nayên e cem hevudin. Emê dev ji yekbun û hatina cem hevudin ya me kurdan berdin, hin kurd hene dirajin çekên xwe, li cem qatil û qesasên gelê xwe ceh distênin û kurdan dikujin, hin kurd hene; ji bonî berjewendiyên xwe gelê kurd têne kuştin, talan dibin, namusa wan binavan lingande diçê ji wan re ne kul û xeme, ketine nava bêrumetiyekê de û dijîn, hin kurd hene çavê wan hene lê korin bi navê ol a îslamê kurdan di xapênin û xizmetê ji dijminên kurdan re dikin û kurdan di dine kuştin. Hin kurd hene xwendine qaşo pêşketiyê me kurdana wekî “bijîjk, endezyar,wênesaz kesên xwedî pîşeyan û di karê dewletê yê fermî de dixebitin” ji wan were ku bune însan û bune zilam, li qefa û cîhê teybet di runin, çixara xwe ya malrboro dikêşin û îskana xwe ya qahwê datînin ber xwe û dikevin nava quretiyan de di televizyonan de li hovîtiya ku bi serê kurdan de tênin temaşe dikin. Hin kurd hene çend quruş perê wan çêbune wekî sêwiyê dinya nedîtî li wan hatiye bi kilometroyan durî sazî û rêxistinan kurdan dimeşin û dibêjin me xwe xelas kiriye bila tûkes nêzî me nebê, bila perê wa serê wan buxwun. Wekî ku em kurd jî dizanin îro dewleta tirka bi her awayê xwe ve dixwazê kurdên rojava bi fetisîne, hemu dever li wan dorpêç kiriye tenê qulek li aliyê kurdên başur heye ku kurdên rojava dixwazin di wê qulê re nefesekê bistînin, hin kurd hene şaşika xwe dixine wê qulê de û dixwazin wan kurdên birayên xwe bifetisînin.Heya vira bese em hin kurdên wekî çeta, mafya û yên xwe di qul û qawêranda di veşêrin û yên virde wêde jî nabêjin. Ez ê li vira gotinan bibêjim heye ku hin kes aciz û hêrs bibin. Ez waqasan kurdên ku li jor bi peyvên ku min gotiye “hin kurd hene” min anîne ziman ez wan kurdan hamuyan bi qurbana jineke kurd dikim. Hûn dikarin bibêjin gelo çima? Ez ê jî ji were bibêjim, wî wextî ez bahwerim hûnê haq bidin min. Berya hilbijartina ku buhurî bi neh deh rojan ez li bajarê êlih ê bum. Hamu rêxistinên partiyan ji bonî hilbijartinê dinavan kar û xebatandebun, ez mevanê xwarziyê xwe bum. Jineke bi navê Nesîbe cînarê mala xwarziyê min bu. Ew jina ji gundekî derdora bajarê Sêrtê bu, gundên wan şewutandibun, mecbur mabun hatibun li bajarê êlihê bi cîh bubun. Pir dinava xizanî û perîşaniyekê de dijîn. Hevserê xwîşka Nesîbe jiber ku nexweşbu nikarîbu ji xwe re karekî bikê û bi xebitê. Barê malbatê hemu ketibu ser milê xwîşka Nesîbe, çar zarokê xwîşka Nesîbe hebun lê hîn biçuk bun, wan jî nikarîbun bi dayika xwe re alîkariyekê bikin. Xwîşka Nesîbe, hevserê xwe û çar zarokên xwe malbateke ji şeş kesan pêk dihat odeyek û eywanek ji xwere kirê kiribun, di nava xizaniyeke pir dijwar de dijîn. Tenê Xwîşka Nesîbe di xebitî, paqijiya nava malan û nanpêjî dikir. Bi vê şêwazê debara malbata xwe pêk tanî. Wekî ku  em dizanin aliyêkî şerê qirêj û teybet heye ku însanan bi xizaniyê û birçîbunê terbiye bikê û bi şunda gezek nan tavêjê ber wan û ji wanre dibêjê vaye ez dewletim û alîkariya we dikim. Dixwestin ku wisa li xwîşka Nesîbe jî bikin. Dû jinên ser nuxumandî ku ji akp û fethullahê ku hûn jî di zanin bê ejanê keye re di xebitîn têne mala xwîşka nesîbe û ji xwîşka Nesîbe re dibêjin were emê tê û hevserê te li partiya akp binivîsin, bibin endamê partiya akp û dengê xwe bidin partiya akp ê emê her meh kirya xaniyê we bidin û her meh jî emê pênsed banqa- not pere jî bidin we. Xwîşka Nesîbe ji wan her dû jinan re dibêjê hûn raste rast ji min re dibêjin emê wê bi pera bikirin û hun jî xwe bifiroşne me, de ka derbasî odaya me bibin, bila hevserê min karê xwe bi we bikê ez ê pensed banqanotî bidim we, ma lawo waxta ku me bê rumetî û bê xîretî qabul kiribana û xwe bifirotana me yê rahiştibana çeka Dewletê, wî wextî gundê me nedihate şewutandin û em ji ji cih û warên xwe mahcir û koçber nedibun û nadiha- tin li derdoran van bajara bi ceh nedibun, de rabin ji mala min biqaşitin û herin lê nekin ku ez hîn gotinên xerabtir ji we re bibêjim.

Gelî dost û hevalan de werin wan kurdên ku min li jor bahsa wan kiriye û anîne ziman bi qurbana ax a bin piyê wê jina kurd xwîşka Nesîbe nekin. Ew kurdana ne hêjane neynuka ku xwîşke Nesîbe bi muçinkê ji pêçîkên destên xwe di qusênê û tavêjê. Ez di wê bahweriyêdeme ku em rumet û xîreta xwîşka Nesîbe û yên wan kurdên ku min li jor anîne ziman têxin ferê mêzînê û bi wezinênin wê xîret û rumeta ku di  kesayeta xwîşka Nesîbe de heye ji ya wan kurdên bê xîret wê girantir werê. Tû her hebê xwîşka Nesîbe, ez ji wê sekna te yî bi rumet, ku te li pêşberî dijmin serê xwe ne tewandiye re rêz digrim, spasiya xwe dikim û heya ku ez saxbin ez ê hurmetkarê kesên wekî te bim û tû her hebê xwîşka Nesîbe. Min di ser nivîsa xwe de gotiye divê fermaneke netewî li me kurdan rabê, divê ku hûn bêjin sebeba wêya çiya? Sebeba wêya yekbuna me kurda ye. Ev her çar dewletên dagirker û ew dewletên ku min li jor anîne ziman bila hamu bibin yek çiqas însanên hov wekî wan însanên ku di nava el qaîde, el nusra û cebetil el şam de ceh girtine de “ez navê wan baş nizanim”wan kesên ku ji însanetî û mirovahiyê nesîbê xwe nestandine perwerde bikin, çek û pera bidin wan û ji wanre bibêjin hûn li kuderê bighêjin kurdekî, wiya bikujin malê wan, canê wan û namusa wan li we helale, li her devera dinya yê fermanê li me kurdan rakin, wî wextî yan wê me kurdan ji dinya yê bi qelînîn û yan jî wê kurd bibin yek, wekî kurdên rojava li ber xwe bidin. Wekîdin min ne bahwere ku yekbuna me kurdan çêbibê.

dîtin: 988

Pêveker:

divê fermaneke netewî li me kurdan rabe