• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Divê HDP ji niha û şûnde agahdar be - Firat Kelehkî

Divê HDP ji niha û şûnde agahdar be - Firat Kelehkî


barkirin: Gulan 4, 2018, 9:01


Şevê din sê-çar deqeyan min li bernameyekî TRT Kurdî temaşe kir ku Mazhar Bagli û du zirnevanên din ên AKPê beşdar bûn û bi dilê xwe rewş rave dikirin. Mijara serekî jî zimanê Kurdî bû ku ne HDP û ne jî PKK pê naaxifin û li ba gelekan ji wan Kurdî di rêza duyem de ye. Pêwist e êdî HDP ji bo xatirê çep an rastên Tirkan zimanê Kurdî paşguh nexe û nebe mijara zirnevanan. Ew kes wiha diaxifîn wek ku niha li Tirkiyê zimanê Kurdî zimanê fermî ye û propagandeya AKPê dikirin, lê ji bo ev propagandeya wan vala derkeve divê kadro û berbijêrên HDPê li Bakurê Kurdistanê bi zimanê xwe biaxifin û rê nedin leyistikên dijmin. Ji zimanê xwe şerm nekin û eger bi Kurdî nizanibin êdî xwe fêr bikin û vê kartê ji destê AKPê derxin ku niha hemû tiştekî bi Kurdî li Bakur qedexe kiriye. Eger na bi rastî her roj dê zirnevanên wek Baglî bên ser ekranan û vê mijarê bixin rojevê û pê Kurdan bixapînin. Di destê HDPê de jî tenê "Biratiya Gelan û Komara Demokratîk" dimîne ku ne gel bira ne û ne jî komar demokratîk in. Bila em xwe nexapînin û gelê xwe jî rûbirûyê karesatan nekin bo xatirê "biratiya bê wate û bê bingeh".

Firat Kelehkî

dîtin: 213

Pêveker:

hdp zimê kurdî pkk