• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Divê korîdorek ji Cizîrê, Efrînê û Qnedîlê ji bo Kobanê bê vekirin | Hasan Bîldîrîcî

Divê korîdorek ji Cizîrê, Efrînê û Qnedîlê ji bo Kobanê bê vekirin | Hasan Bîldîrîcî


barkirin: Rezber 3, 2014, 1:20


Lêkolîner Hasan Bildîrici, di gotara xwe ya di malpera Roeva Kurdistan de gotiye ku ” divê Korîdorek Ji Cezîrê, Efrînê û Qendîlê ji bo Kobanê bê vekirin.”

Hasan Bildirici bi xulaseyî wisa dom dike:

Çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên xwe yî giran gihaştine sînorê Kobanê. Nûçeyên ku hatine wisa ne. Wisa xuya ye ku, çete dê biceribînin ku têkevin nava bajêr yan jî dê têkevinê. Ev jî dê bê maneya şerê dijwar yên kuçe û kolanan. YPG ji bo vê yekê gelê xwe ji bajêr derxistiye. Heke têkevin bajêr, di nava YPG û çeteyên DAÎŞ’ê de dê şerekî nêçîr û kuştinê dest pê bike. Şervanên YPG’Ê ku hakimê bajarê xwe û axa xwe ne û nas dikin, ji çeteyên DAÎŞ’ê bêhtir bi avantaj in. Dojeheke ku çekên ferdî ji nêzî hev ve bipeyîvin dê bê jiyîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê ku ji gellek deverên Iraqê vekişiyane muhtemel e ku berê xwe bidin Kobanê. Hêzên YPG yên Kantonên Efrînê û Cezîrê niha çi dikin ji bo bigihêjin Kobanê, kîjan rêyê diceribînin em nizanin. Çima negihaştin Kobanê ya ku giraveke di nava her du kantonan de ye jî em nizanin. Agahiyên me yî ku çima ji kantonên din nehatin û Çeteyên DAÎŞ’ê dorpêç nekirin jî tune ne.

Ez ne di wê baweriyê de me ku ji bo hêzên YPG’ê di nava gundên ereban re lêxistin û derbasbûn zor be. Belkî jî ev tevdîr diviyabû berê bihata kirin û di nava her sê kantonan de ev korîdor bihata vekirin.

Kobanê baş di ber xwe da, hê jî dê di ber xwe bide. Siûda çeteyên DAÎŞ’ê ku li Kobanê xwe bigirin û bimînin tune ye. Nagihêjin serkeftinê. Dê têkevinê, şer bikin, bimirin, carek din jî dê biceribînin ku têkevinê û filan… ji bo hêzên YPG’yî jî demek dijwar destpê dike.

Êşên xeletiyên ku diamadekariyên berî şer de tê kirin, di nava şer de tê jiyîn. Pirsgirêkên Rojavaya bi sê kantonên ku girêdana wan bi hev re tune ye dê bi Kobanê tenê nemîne. Heman tişt dibe ku bê serê kantonên Efrînê û Cezîrê jî.

Rojhilata navîn ji xwe ketibû pêvejoyeke şerê bi xwîn, ji niha û pê ve jî her ku biçe dê veguheze çiraveke bi xwîn. Fatûre û cirma cankêşiya Ereb, Fars û Tirkan ya dîrokî dê bê xwestin ku her tim ji kurdan re derkeve. Dê bê xwestin ku kurd ji bo cankêşiya Sunnî û Şiîyan jî bikin qurban. Di vê babetê de kurd gelekî ku pir bê siûd in. Ji bo bilindkirina ala İslam û demokrasiyê her carê dibe hedefa êrişên tirk, fars û ereban. Ne tenê van her sê erkana ku kurdan tehdît dikin. Çeteyên kujerên van her sê erkan pêşî berê xwe didin kurdan. Em ji travmaya şengalê xelas nabin, bi hezaran jinên me yî êzdî di nava harema teşeronên İslam de ne.

Kurtêlxurên ku ji nakokiyên nava hêzên kurdan têr dixwarin nehiştin PKK, PYD, KDPû YNK bigihêjin hevdû û ji bo negihêjin hevdû çi ji destên wan hatin kirin. Heke ne wisa bûya niha van her çar hêzan bi hev re dê Kobanê biparastana.

Şerê Kurdistan ya Rojhilata Navîn jî hê nû dest pê kiriye. Li gor tiştên ku min li jor lêkiriye nebêjin qey rewşa kurdan ne baş e. Beravajî wê, ev dem, dema kurdan ya zêrîn e. Pevçûn, şer û windahiyên giran hilbet tiştekî berbat e, lê belê awerte istisnaya vê yekê jî tune ye, li her derê berdêla azadiyê giran e.

Em binerin bila çeteyên DAÎŞ’ê têkevin nava bajarê Kobanê ku ji bo wan xeyalet û sipêle ye. Em binêrin, ka bila noqî nava kuçeyên kûr bibin. Bila dest pê bikin malan yek bi yek kontrol bikin û deriyan vekin, bi libasên xwe yî pîrebokî bila têkevin zikakên ku wesayît nikarin têkevinê û bimeşin.

Awirên şervanên nava bajaran wekî derbên teyrên bazan tûj in.

Divê Korîdorek Ji Cezîrê, Efrînê û Qendîlê ji bo Kobanê bê vekirin.

***

Rojeva Kurdistan, werger ji Tirkî: Çiya Mazî, 02.10.2014

 

dîtin: 244

Pêveker:

divê korîdorek ji cizîrê efrînê û qnedîlê ji bo kobanê vekirin hasan bîldîrîcî