• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Divê li Amedê Meclîsa Kurda bête ragihandin

Divê li Amedê Meclîsa Kurda bête ragihandin


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Êlûn 13, 2015, 5:03


Dîmenên îro li Kurdistanê pêdivî bi şiroveyan nahêlin rastî. Bawerim ji ber vê yekê ye kesek pir şirove nake. Lê bi hizra min êdî dema şirovekirinê û gotûbêjeka girseyî heye. Kurd divê rewşa xwe şirove bikin. Bê guman, bê hejmarên ferdî, bê hizrên kesane divê Kurd rewşa xwe ji nûve hildine dest.
Kurd di nava çembereke derûnî ya `Dagirkeriyê` de ne. Çiye ev çember an jî dorpêça derûnê dagirkeriyê?
Dijî dagirkeran aştîxwaz be an jî şerxwaz be, li gel wan di nava dezgeh û karên wan de jî be, dijî wan di nava şer de jî be. Kurd di derûnê xwe de bi dagirkeran ve girêdayî ne. Dibe ku ev xal û diyardeya min destnîşan kirî giran were. Lê bila giran newe.
Kurd dema çek di dest wan de heye jî bi dagirkerên xwe ve girêdayî ne.
Kurd; dilxwaziya xwe ji bo mirovên dîtir, hêrsnebûn an jî riknegirtina xwe huner dibînin û dixwazin bi vê taybetmendiya xwe serbilind bin. Lê belê ev ji başî, mirovbûn, mirovheziyê zêdetir ji bêaqiliyê tê bi hizra min.
Hest, mirovhezî, hestyariya kur, bexşîna bê wate vana ne diyardeyên zanistî ne. Diyardeyên manewî an ku razberî ne. Diyardeyên derûnî ne. Her çend derûn jî di nava zanistê de cihê xwe bigre li gorî Yasayên xwezayê pir jî cihê wê tune.
Li gorî yasayên jiyan, cîhan û xwezayê û bêguman yê civakê Hêz, derfet, vîn xalên serekî ne. Kî bi hêzbe ew serdeste. Kî karibe xwestekên xwe bisepîne û pêk bîne ew bêhtir nêzîkî yasayên xwezayê tevdigere. Ji xwe Kurd bi binemaya xwe ya olî-derûnî ji yasa û zagonên xwezayê dur ketin. Bo vê yekê jî tu car bi ser neketin.

Li Amedê divê Meclîsa Kurdan bête ragihandin. Hema wisan rasterast têkevime mijarê. Artêşeke ku sedî 40 ê wê ji Kurdan pêk tê bi navê `Artêşa Tirkiyê` erd, xweza û mirovên Kurd tune dike. Eve ne kiryarên îrone eve 100 sale wisaye.

Li Amedê divê Meclîsa Kurdan bête ragihandin. Ji ber ku di dîmenên Cizîrê de we tevan dît. Bavê Kurd bavê Bunyamin Încî ku kurê wî ji aliyê tîmên tirk ve hate revandin û hate kuştin `kîmlik` a xwe ya Tirka şewitandiye. Jina Kurd piştî dorpêç û komkujiya Cizîrê bi girî digot `Ez vê dewletê nas nakim, ez vî walî nasnaki, ez van leşkeran nasnakim`

Ditirsim Kurd van tiştan dîsan jibîr bikin? Bêjin em qencin.. Bêjin em dîsan jî mirovhezin… bêjin dîsan jî em mezinin. Başbûn, dixwazbûn mezinî ye?

Nexêr ne meziniye. Yasayên vê jiyanê evin. Li Çiyê, li Qendîlê jî evin, li Enqerê jî Evin, li Hewlêrê jî evin. Li her deverê dema mirovek li gorî serdesta bihêz nebe, hetanî bi kuştinê jî diçe. Di nava Kurdan de jî ev wisaye. Hêz hertim mafdare. Hêza cîhanî jî tenê Dewletbûne. Wekî dîtir ne çek, ne şer, ne partî nikarin diyarker bibin.

Li Hewlêrê jî, li Silêmaniyê jî, li Qamişlo jî û li her deverê dinyayê ev zagon heye.

Başe çima Kurd dijî zilma tirkan vê yasayê jibîr dikin? Tirk ne ji bo Erdoxan Kurda dikujin. Tirk ne ji ber hilbilartinên tirkiyê Kurdan dikujin. Tirk xwîna kurdan qirêj dibînin. Tirk hebûna Kurdan ji bo erdê, ji bo jiyan û cîhanê heram dibînin, Tirk zimanê Kurdan, cil û bergê Kurdan, zarokê Kurdan şerm û kirêt dibînin.

Ji bo vêya belge ne pêwistin. Kêliyekê li Facebookê temaşe bikin hun dê bi milyona bibînin. Tirk bi erd û dewlemendî û derfetê Kurda mezin bûn û çêbûn lê Kurda hebûneke bi lanet dibînin.

Li Amedê divê Meclîsa Kurdan bête ragihandin. Leşker nîne? Artêş nîne? Çek nîne? Pere nîne? Gel nîne? Ciwan nînin? Em nînin?

Herkes heye. Ji sala 1984 ê hetanî neha biqasî 4 dewleta PKK û bi giştî Kurda hêz û derfet bikar anîye.

Çima têra dewletekê nakê? Ji bo çi?
Mercên kê dest nadin? Yê Tirkiyê dest nadin an yê jiyanê, an yê cîhanê?

Her mirovê piştî 14 salî vê yasayê dizane. Dema hêza te hebe tu dikare bibe hertişt. Cîhan jî ji şer û pevçûna dûr neketiye. Ji hemî sedsalan bêhtir şer heye.

Aşîtî tiştekî xweşe. Bêgûman hemî Kurdan ne tenê bi du destan bi çar destan aşîtî himbêz kir. Kurdan têra xwe kişand. Lê Kurd xerîbê xwezaya Tirkane. Kurd, Tirka nas nakin.

Yên ku çek li milê wan û dijî Tirkan şer dikin jî wan nas nakin. Ji ber vê yekê ji çembera derûnî ya `dagirkeran` rizgar nabin.
Li Tirkî şer nakin. `Misilleme` tenê ji girseyên gel tê xwestin. Li himber artêşeke çekdar, bi top, bi firok, bi tanq dê ev gel xwe çawa biparêze?

Gelo bila komkujiiyên wekî Maraşê dîsan çêbibin?

Bila komkujiyên wekî Dêrsîmê çêbibin?

Wê demê dîsan serokê Kurdan dê bi destnivîsa xwe weha binivîsin; `Vaye ez diçim sêdarê, we serê min birî lê nifşên pey min re, dê tola min rakin`.

Gelo ev çîrok dîsan dubare dike?

An ev kuştinên Cizîrê, Geverê, Şemzînanê, Nisêbînê, Amedê dîsan siyasetin?

Li Hannoverê ciwanekî Kurd dane ber kêra, li Bernê 2 navgîna da ser Kurda 2 giran 5 kes birîndar kirin.

Kurd divê ne şerxwazbin. Lê Kurd divê xwe biparêzin. Ew jî li ser rûyê vê erdê dijîn. Ew jî mirovin. Mafê wan jî heye dema yek bi çekê kete mala wî, wî bikuje. Di yasayên Ewrûpa, Efrîqa de jî ev heye. Mafê xweparestinê bi yasayan ketiye bin ewlekariyê. Çima di me Kurdan de ev yasa nîne?

Şerxwazî tişteke. Xweparêzî tiştekî dîtire. Çawa îro dema mirovek werê ber deriyê min û bixwaze zaroka min bikuje ez dê girtinê jî, kuştinê jî bidim ber çavê xwe û wî bikujim. Ez heman hestê ji bo dayika Cizîrî, ji bo bavê Cizîrî, bo zarokê Cizîrî jî divê hest pê bikim. Ew jî dayikên minin, ew jî bavê minin ew jî zarokên minin.

Her tişt bi siyasetê nayête şirove kirin. Dema erz û avrû jî bi siyasetê bêne şirovekirin wê demê em bê erz û bê avrû dibin. Dema ku erz û namûs, û avrûya me jî nema. Wê demê em baweriyên xwe, dilê xwe jêkin navê `civak` `kurd` ser xwe rakin.

Her mirovê ku ji bo aşîtiyê qîr kiriye, piştî zaroka wî hatiye kuştin dibêje lanet li aşîtiyê bibare? Ev ne mafê wî ye gelo?

Divê li Amedê Meclîsa Kurdî bête ragihandin. Ne 40 milyon ez di wê baweriyê de me dê 100 milyon mirov laşê xwe bikin bend û bên biparêzin.

Kurd çawan jîr û şêrê aşîtiyê ne,mirovhezî û biratî û hevaltî dostaniyê ne bila vê carê jî şêr û qehremanê Meclîseke xwe bin. Ka bê ma wê demê kesek henekê xwe bi wan dike an na.

Herkes divê rewşa Kurdan şirove bike. Ez jî çareya hemî arîşe û girêkên kor yên heyî vêya dibînim.

Kurdê herî di nava rehetiyê de, Kurdê herî dinava xweşiyê de ne rehete, ne xweşe. Dermanê vê jî ne gelek hema nasnameyeke plastîk ku li ser `Kurdistan` binivîsê ye. Berdêlê vêya hezar carî hatine dayîn û ji bo vê armancê jî tu kes ji dayîna tu berdêla nareve.

Ji bo Meclîseke Kurda ya serbixwe pêwist nîne herroj Cizîrek bête tunekirin… Yek kevokeke Cizîrê bes bû.

dîtin: 288

Pêveker:

divê li amedê meclîsa kurda bête ragihandin