• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 4)

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 4)


nivîskar: Govar Ehmed
barkirin: Adar 24, 2014, 7:15


Govar Ehmed

Di beşa 23 de û di rûpela 778 de ecayibên nava şkefta Muntezînûs de embi zimanê Don Kîşot hindek evsaneyên kevin yên Rojava bi awayekê wesa dibîhîsin ku pir zehmete heta niha efsanenas, xwedanas an jî ayînnasek hebe ku weke wî li ser van bûyeran biaxive. Nivîskar wesa berdewam dike û baweriyê dide ku ne gengaze Don Kîşot derewan bike. Lê ne gengaze ku wî ev bûyer hemû jî bi çavê xwe dîtibe. Di encam de giringiya pirsê vegeriyana van hemû efsaneyan nîne, belku çend cara pê dilîze û bi wê yekê jî pir bi nirxtir dike.

Di beşa 26’an de ciwanê berdestê sihêrbaz di nîşandana aktêrên kartonî de hindek ser de diçe û navan ji bo wan kartonan datîne, kar û pişeya wan diyar dike. Lê belê Don Kîşot li hember wî bicap tê û dibêje zû here ser cewherê pirsê. Di wateyeke din de bi rêya Don Kîşot jî rê nade çi kes bi çi mebestekê romanê dirêj bike.

Di beşa 44’an de nivîskra bi devê qehremanê Manşê mirovahiyê fêrî evînê dike û dibêje: ”Gelo ma ez ji wan gerokên bextreşim ku her keçika ku min dibîne evîndarê min dibe? Gelo ma Dulsîne ku wekî wê nînin, ew hinde bêyî bexte reqîb rê nedin, tama bê wefaya bê wêneya min bike? Başe ey şahjînîne, we çi ji Dulsîna min divê? Mane, ey keçikno, jinên împaratoran, hûn çimadest ji Dulsîna min bernadin? Ey keçikên çardeh û panzdeh salî, hûn ji ber çi ketine pey Dulsînê?”

Nivîskar ji me bo me dibêje ku her çend Don Kîşot aqil avêtibe û bibe diwane jî ew bûye dîwayê ciwaniyê, yê rastiyê û yê paqijiyê.

Di beşa 51 û rûpela 1011 de nivîskar, bêyî ku çi bandorekê neyînî bihêle, bi lîstikeka taybet xwe ji me re çend bare dike. Mînak, ew wesa pêşberê me dike ku xatûn duşeya hevjîna dûkî, nameyek û gerden bendeka granbiha û çend diyariyên din ji bo Tirez panzaya hevjîna Sanço Panzayî rê dike û ji bo berdewamiya wê têkiliya navbera wan de jî , di nameyê de daxwaza çend beruya dike da ku jê re bişîne. Lê belê her ew çend berruyêt nava namêne ku dê serê keşîş û samsun karaswî têkhel û pêkhelî dike û dê tevî encamên ku ji hizrin wan derketine jî bixe nava gumanan.

estambul_donkişot

Helbete tevahiya romanêt serkeftî bi vî awayîne, ema ya Cervantîsî tijeye ji vî karê hunerî. Ewî di romana xwe ne bi tenê hewl wê yekê daye da ku li gor pişeya wêjeya xwe û bi bi yariya di navbera hizir û bûyeran de xwendevanan bike birsiyê xwendina romana xwe. Belku ewî gelek bi  pisporî û hunerî hizrên xwe yên din jî dane axavtin. Bi wateyeka din wî geleka bi pisporî vehûnandiye. Her gotina ku wî pêşberê me kiriye jî xistiye xizmeta vê hunandinê. Bêyî guman eve jî ferhiya meydana hizrên nivîskar pêşberê me dike.

Di beşa 58’an ya romanê de Cervantes careke din di kesayeta Don Kîşotê qehreman de dersan dide me. ew ji bo me dibêje: Mirovê bê armanc nikare di jiyanê de keyfxweş bibe. Ew me hişyar dike ku mirovê bê armanc ji tama jiyanê bê pare. Ew dibêje ku hindek mirov hene ku li ser karên giring di xebitin nikarin li hember hindek xweşiyên jiyanê serê xwe bitewînin. Dibêje pêwîste ku xweragirbin. Dibêje miruvên nav derkeftî li ber berprsiyaretî û erkên ser milên xwe nikarin stuxarê xuşî û daxwazên di lê xwe bin.

Ji başa 64 heta kû 66 an Cervantes rewiştê qehremaniyê ji me re zelal dike, bi wateyeka din me fêre toleransê dike. Belê piştî ku Don Kîşot li bajarê Barcelona di pişikdariya li hevçûna planikriya mercdar de bin têk diçe êdî qet ji soza xwe venagerenmercên xwe weke xwe bicîh tîne. ji ber ku ew di destpêkê de heger bin bikeve, heta salekê nikare dest bavêjte şûr û tûrê cengê û herweha nikare xwe nêzîkî karêt qehremaniyê jî bike. Êdî her wesa jî kir.

Ewî di dema vegerê de, ji bo xweparastinê jî dest ne avête çek û şurêt xwe. Wî li ser tolhildanê hizir nekir. Heta bi sedema ne amadeyî û bê hêzî û bê planiya ji bo serkeftinê, her zû nexweş d be û her bi wê sedemê malavahiyê li me dike û me ji bergê sêhema romanê bê par dike. Emê wî di vî warî de di nava risteka hikmetdera wî de bi bîr bînin ku dibêje: “ez naxwazim fezîleta ehd û peymanêt xwe ji dest bidim”. Divê ji bîr nekin ku ewê bi vê yekê hind nerehet bû heta bû sedema li destdana jiyana wî jî. Lê li gel wê yekê jî wî hîviya xwe ji jiyanê nebirrî. Ewî di nava van çend gutinên navbera xwe û Sançwî da ku ya di rupela 1159 da kiriye awirên xwe yê li hember jiyanê pêşberî me dike û dibêje : “dixwazim em herdu jî bi zarvekirina van şivana, wêca tenê ji bo vê salê jî be ku ezê têda xanenişîn bim bibîne şivan. Ezê çend ser peza bikirim û pêdiviyêt dinê jî amade bikim. Piştî wê jî dê navê xwe bikim Kîşotêrê şivan û tu jî navê xwe bike Panzaniyoyê şivan. Paşî jî dê berê xwe bidin mêrg û çîmenan û dê êre û vêre jî bikin, dê ji aliyekî stirana bêjîn û li aliyê din ve jî awaza saz û tar û bilurê virêkeyinê, dê ava zelala kaniya û ya pehniya guma vexwnn. Darên berûyên vê deverê dê bi destê vekirî berhemê xwe pêşkeşî me bikin. Ewê sîha dara biyê me ve bihejîne û gulên rengaûreng jî bêhna xwe ya xweş bişîne ser difna me. Mêrg û çîmen jî dê li aliyê dinê heta vî alî mehfûrê pirr rengî ji me re rayxin……”

Di dema li ser iuhdayînê de gelek pirsên din di bîra qehremanî de tên û diçin, gelo di wan deman de di hizrên me de çi şîn dibe? Di dema tengaviyê de em hizra çi dikin? Keda salan, çend armancekê ku canê xwe di berde dibexşin, bawerî, malê dinê, çend navnîşanên qehremaniyê yên wekû şêrkuj, nebez, nemir, dostê hejar û xwelîpsera û gelek tiştên din ji destdan. Lê weke min di despêkê de jî got; wî hêviya we li hember jiyanê ji dest neda. Wî di vê dema hestiyar de ku qasî serê derziyê jî hêviya fikrandinê nemabû, ew hizir afrand.

Li beşa 69 de ku di kevîte rupela 1169 ya beşa duwem de, pirsa evîndariyê bi curekê din pêşberî me dibe. Belê ji ber ku ew neşiyan bi rêka keçên ciwan yên 15 û 16 salî û xew û xarina xweş stuyê Don Kîşotî bitewînin heta ku hindekê wî ji evîniya Dulsînê dûr bixin. Vêca dest avêtine rêbazeka din. Her çi qasî wana ew keçên ciwan weke qurbana evîndariya Don Kîşot nîşa me didan û wek şanoyê bi hestên wî dilîstin, lê belê cardin nekarîn îmana wî sist bikin. Gelek têxebitîn da ku careka din nebe sedema giyandana wan keçikên ku evîndarê wî dibin û hindek ji daxwaza wan bicîh bîne. Lê belê ya bê sudbû û li gel ew qasa nexweşî û derdeseriyan jî qehreman xwe bi milkê Dulsînê dizanî.

Bêguman gelek pirsên din yên giring hene da ku mirov vexwîne. Lê min xwe jê parast, ew jî ji ber melayên wek belaya bû. Bi taybet ji ber ku ew pirs jî bêhtir diketine xizimeta ola mesîhiyetê. Ji ber wê yekê min neviya li ser biaxvim, da neku melayek rabe û bêyî sedem mislimana berdete min û min rakêşîte nava şerekê wekî şerê Don Kîşotê qehremanê Manşê de.

 

dîtin: 192

Pêveker:

don kîşot di hizrên cervantes de beşa 4