• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Donald Trump Peymana Kubayê rawestand

Donald Trump Peymana Kubayê rawestand


barkirin: Hêzîran 17, 2017, 12:37


Serokê Dewleta Welatên Yekgirtî yên Emerîka Donald Trump daxuyanî da û diyar kir ku peymana di sala 2014 ê de di navbeyna Barack Obama û Kubayê de pêk hatî bêkêr hiştiye. Trump got; Neha serok ezim û dê Emerîka tawanên rejîma Kastro aşkere bike. 

Trump ji bo vê daxuyaniyê bajarê wekî Havana ya biçûk tê binavkirin Mîamî hilbijart. Trump diyar kir ku ew rûyê bêbext yê rejîma Kastro şermezar dike û got; Ev peyman ne ku bikêrî gelê Kuba hat lê belê bi kêrî rejîma Kastro hat. Trump got ku divê peymaneka baştir di navbeyna Kuba û Emerîka de pêk bê, divê hemî girtiyên siyasî serbest bêne berdan, bi taybet hebûnên ji aliyên artêşa Kubayê ve hatî bidestxistin divê çavdêriya wan bê kirin, mafê derbirîna hizir divê pêş bikeve û destûr ji bo partiyên siyasî bête dayîn. 

Trump xwest veguhestina pera yên ji bo Holdinga GAESA ya ji aliyê zavayê Castro Raul ve tê birêvebirin jî bêne rawestandin. 

Biryara Trump herî bêhtir dê xisareka mezin ji bo geştyariyê çêbibe. Di nava 5 mehan de nêzîkî 300 hezar kesî ji Emerîka serdana Kuba kiribû. Eve jî tê wateya salê sedî 145 pêşketin. 

Biryara Trump ji aliyê Partiya Demokrat ve bi hêrs hate pêşwazkirin. Senatorê Partiya Demokrat Patrick Leahy diyar kir ku ewana bi Tundî dijî biryara Trump derket û got - Ev vegereke ji bo siyaseta şerê sar-.
 

dîtin: 50

Pêveker:

trump kuba emerîka