• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Du rûdanên giring; Ji 1960 an heya 1978 an

Du rûdanên giring; Ji 1960 an heya 1978 an


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelarêzan 29, 2014, 12:25


Ji lêdana şeqekê heya şikandina sinorên keramet û namûsa keç an jî jinekê, ew xeber û peyvên nexweşin ku hezaran sale hê jî têne bihîstin. Çi li welatên sosyalîst an jî îslamî û demokratîk mafê wan zêdetir ji mafê mêran tê bin pê kirin. Li hinek deverên cihanê dijayetî a li dijî mafê jinê zêde û li hinek welat û cihên din jî kême, lê ew jana dîrokî tim hebûye û hê jî berdewame.
Li vira ezê li ser du rûdanên dîrokî binivîsim ku yek li welatê Domînîkên û ya din jî li Kurdistanê qewimî.

Xwîşkên Mîrabel
Roj 25ê Mijdara sala 1960an bû. Li bakurê komara Domînîkên ( bi Ingilîzî: Dominican Republic ) rûdaneke tije hovîtî lerz û tezînek bi laşê mirovahiyê de anî xwarê. Li jêr tehtekî kevirîn yê mezin laşê sê jinên ku rûyê wan pir dişibe hev, tê dîtin. Piştî çend demjimêran tê xûyanê ku ew her sê jî xwîşkên hevin û piştre di ragehandinê ew wek “ Xwîşkên Mîrabel” hatine binav kirin. Navê wan wiha bû: Patria( 1924 – 1960 ), Minerva( 1926 – 1960 ) û Maria Teresa( 1935 – 1960 ). Wê rojê xwîşka wan ya çarê Bêlgica Adela Mîrabel( 1925-2014an ) li wira nebû ku bê kuştin. Piştre ew bû jêder û çavkaniya herî baş ji bo nasandina bîr û ramanên her sê xwîşkên xwe yên kuştî ku xwîna wan şoreşeke siyasî-civakî li cihanê bi rê xistibû.
Wan salên reş li wê komara biçûk şoreşek li dijî desthilatdarên diktator hebû. Domînîkên di navbera du hêzên çep û rast de dihat ku jiyana civakê bigûherîne. Dîktatorê naskirîn “Rafael Leonidas Trujillo Molina ( 1891 – 1961 )” bi şêweyên herî hovane dijberên xwe tune dikirin. Kuştina wan xwîşkên ciwan hêzeke nû xiste nava canê şoreşgerên ku li dijî diktatoran dixebitîn. Dengê wan li cihanê belav bû. Alîgirên rejîmê di roja yekê de ew bûyer wek qezayeke tirafîkê dan nasandin, lê piştre perdeyên wê reşkujiyê ketin xwarê û hate zanîn ku xwîşkên navbirî beriya ku bi şêweyek tije hovîtî bêne kuştin, rastî hingavitina cinsî jî hatine. Ew keçên azadîxwaz û şoreşger bûn û demeke dirêj bû ku wek pêşengên xebat û şoreşê navên naskirî bûn. Û di wî etmosferê tije zulim de xebata wan sûçekî mezin dihate binav kirin.

Piştî 21 salan
21 sal li ser bûyerê derbas bibûn ku bizava jinên cihanê li Kolombiya kom bûn û ji bo bîranîna ked û xwîna wan sê xwîşkan 25ê Mijdarê wek “ Roja navnetewî a li dijî zordariya li hemberî jinan “ binav kir. Berfirehbûna xebata jinên feminîst, azadîxwaz û saziyên alîgirên mafên wekheviyê ji bo jin û mêran, bûn sedem ku Neteweyên Yekbûyî li sala 1999an bi derxistina yasayekê wê rojê bi awayekî fêrmî wek “ Roja cihanî a li dijî zordariya li hemberî jinan” nas bike.
Li pey derbasbûna salên dirêj muzeum li ser navê “xwîşkên Mîrabel” hatine vekirin û şanoname û filmên sînemayê li ser xebat û têkoşîna wan ya dîrokî hatine nivîsandin û çêkirin.
Wê pêngava sala 1981an encameke baş da û îro mijara germ a rahehandina cihanê li ser mafê wekheviya jinan û mêran berdewame.

Rewşa jinê li hinek welatan
Mixabin li welatên Rojhilata Navîn hê jî mêr wek malikê sereke yê hemû aliyên jiyana jinê ne. Jin an jî keçên ku li dijî vê çandê nerazîbûnê nîşand didin, kêmtirîn cezayê wan lêxistina fîzîkî û zêdetirîn ceza jî kuştina wane. Ew kultur heta li welatên Ewropî jî ji hêla Kurd, Ereb, Fars û Tirkan ve wek pareke cudanebûyî di jiyana wan de tê dîtin û meşandin.
Li welatekî weke Efxanistanê hêşta jî di bin metodên jiyana ku hemû tiştê xwe ji kevneşopiyên sîstema feodalîzimê standine, bi çavê berdeyan li jinê tê temaşe kirin.
Li Îranê tevî ku dewletê hemû yasa û qirarên YN yên derheqa mafê jinan de pejirandine jî, lê ew yasa nakevin piraktîkê. Herî dawî li bajarekî weke Isfehanê bi navê cî bi cîkirina zagûnên îslamê û bi hêceta ku şertên “hicaba îslamî” li ber çav negirtine, hinek kesên nenas “asîd, madeyên kîmyayî û jehir” bi ser laş, dest û rûyê keç û jinên Îranî da reşandin!!. Ew niha di bin şikenceyên herî dijwar ên cismî û rûhî de jiyana xwe a tije dijwarî û tehlî derbas dikin. Li hinek welatên Erebî tevî ku qaşo “ Bihara Erebî ” jî çêbûye, hê jî jinan mafê dengdanê nîne û heta nikarin karê ajotina tirmbêlan jî bikin!!.
Li Kurdistanê ji ber ku civakeke sekolar heye û yasayên olî zêde nekarîne kultura kevnar a olên beriya hatina îslamê(weke Zerdeştî) bigûherînin, jinên Kurd hinek azadtirin. Bi taybetî jî li pey serhildan û şoreşa bakurê Kurdistanê jiyana jinê ketiye pêvajoyeke din a nû. Elbete zextên li ser jinan ji hêla aborî, siyasî û civakî mijareke kûre ku ez li vira naxwazim li ser bisekinim.

Sala 1978an bû…
27ê Mijdara sala 1978an li gundekî biçûk ê binavê Fîs( girêdayî bajarê Licê ) çend ciwanên Kurd li dora hev kom bibûn. Kesî nedizanî ku ew li ser mejiyên dîrokî, siyasî û civakî a cihan, Tirkiye û Kurdistanê xwedî analîzên pir cuda ne. Kesî nedizanî ku di wan dem û salên bêdengiyê de ewê piştî demeke kin bibin sefîrên deng û bangeke nû û dîrokî li hemû Rojhilata Navîn. Wê rojê di nava çar dîwarên wê odeya biçûk û bi qorê honandî “Partiya Karkerên Kurdistan – PKK” bi bername û manîfestoyeke nû hate îlan kirin. Cara yekê bû ku di nava wê komê de keç jî hebûn. Ew diaxivîn û xwedî nêrînên xwe yên taybetî bûn. Sakîne Cansiz yek ji wan bû û di çavê gundî û xelkê civaka me ya wê serdemê de beşdariya jinê di şoreşê de 100% karekî nerast bû!!. Lê pêşengên PKKê pêngav bi pêngav û bi cihanbîniyeke zanistiyane xebata xwe a hemû alî dabûn dest pêkirin. Wan rewşa dîrokî-siyasî a Kurdistanê baş naskiribûn, lê li derveyê wê wan bi destekî vala û îradeyke poladîn dest bi meşa xwe a nûxwaziyê kiribûn. Wan destê xwe dirêjî ti hêzeke derve an jî welatekî dagîrker nekirin, belkî pişta xwe dane hevkariya gundî, karker û çiyayên Kurdistanê. Raz an jî sirra mezinbûn û mayîna PKKê li pey derbasbûna nêzî 40 salan aha di vir de ye hevalno.

PKK û hêza jinê
Berevajî gelek hêz û rêxistinên li Kurdistan û welatên herêmê di nava PKKê de hêza jinê hebû. Ew mîna mêran xwedî nêrîn û ramanên xwe bûn. Hingî ji xelkê re behsa “Xwîşkên Mîrabel” û rolê jinê di şoreşên pêşverû yên cihanê de dikirin. Vê hereketa giştî rûbarê xwîna demarên laşê civaka me a nîvmirî baş xistibû gera jiyanê. Gera ku piştre sinor derbas kirin û bû sîstemek li hemberî sîstemên totalîter û înkarger.
Hemû pêvajoyên jiyana PKKê xwedî xalên pozîtîv in. Ew ne tenê parteke siyasî belkî bizaveke radîkal a Kurdistanî û li pey revandina serok Ocalan dest bi jiyaneke siyasî an nû li hemû Rojhilata Navîn kir. Xala herî pozîtîv û ber bi çav a PKKê birrîn û derbaskirina sinorên destçêkirîne ku Kurd ji hev cuda kiribûn. Gerîlayên ji Mako û Kirmaşan li Şingal û Kobanê şerê paşveroyan dikin. Şervanên ji Amed, Xaneqîn û Qamîşlo li Îlam, Agirî û Mûşê şerê doza xwe ya rewa dikin û şehîd dikevin. Ev rewş li Kurdistanê pêvajoyeke nû ye ku xêza îbtalkirinê bi ser hemû bend û biryarên peymana reş a Saykes Picot de dikişîne.
Xala herî bingehîn a PKKê rolê pirreng û pozîtîv yê keç û jinên Kurde ku îro bi şêweyên herî baş û modern wê azmona xwe ya dîrokî li eniyên şer yên bi Daîşê re didin. Cihan ji wê berxwedan, îrade û şervaniya keç û jinên Kurd sosretgirtî maye.
Felsefeya Apoîsmê karî li pey 5000 salan di nava dilê sîstema mêrsalariyê de jinên ku di qada siyasetê de wek kesên “bêkêr û bêr, bêrol û îrade” dihatin binavkirin, di meydana siyaset, huner, aborî û civakî de bi nasneme û kesayetiya xwe a jinane bigheîne cihê herî bihêz yê êqtidarê. Îro jinên Kurd bûne çeleng û şenge siwarên dîrokeke nû li cihanê.
Ramanên mirovan bi qasî dirêjahî û temenê dîrokê bilind û kûr in.

PKK mehûmî serkeftinêye
Ji gundê Fîsê heya Qendîl û Kobanê, ji Ûrmiyê heya Kirmaşan û Şaho û ji wira jî heya hemû axa zêrîn a Kurdistanê: şervan, şoreşger, serkêş û gerîlayên PKKê xwedî kedeke wisa mezinin ku dîrok nikare ji bîr bike. Ew xwedî armancên pîroz ji bo bexteweriya civakê û mirovahiyê ne. Sîstema welat û civaka ku fîlsofên weke Eflaton wesfeke zanistî li ser nivîsandine, armanceke PKKê ye ku insanên vê sedsalê li kêleka hev û di aştî û bexteweriyê de bijîn.
PKK li pey salên dirêj xwedî cihanbîniyek homanîstî, karakter, stîl û metodên xwe yên felsefî ye. Li ber çavgirtina keramet, edalet û mafên mirovan( bi bê li ber çavgirtina reng, ol û aliyê etnîkî) bihayekî giran dide insan û rewşa civakê. PKK di analîza felsefeya xwe de armanca yekê ji xwe re “bexteweriya mirovan” dide xûyanîkirin. Ew ji her kesî dixwazin ku bi ked û îradeya xwe a zatî, xwezîyên xwe yên ji bo avakirina welatekî demokratîk cî bi cî bikin. Xwe ji davkên dîktatoran biparêzin û nebine hêsîrên jiyaneke bêwate û dûr ji xizmeta mirovahiyê. PKK di dîrokê de partiyeke realîst û li gor şertên demê rihet dikare xwe bigûherîne. Tevî vê jî deriyê wan ji rexne, pêşniyar û diyalogê re tim vekirî bûye. Cihanbîniya ku PKK pêre dimeşe mehkûmî serkeftinê ye.

dîtin: 718

Pêveker:

du rûdanên giring ji 1960 an heya 1978 an