• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Duran Kalkan li ser 'Xirabiya' Referandûmê axifî

Duran Kalkan li ser 'Xirabiya' Referandûmê axifî


barkirin: Êlûn 27, 2017, 9:49


Endamê Desteya PKK Duran Kalkan wekî beriya Referandûmê daxuyaniyên neyênî da bûn, piştî referandûmê jî bi pir aliyan ve xirabî û xisara Referandûmê bi daxuyaniyeka xwe ya medyayî de derbirî.

Referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê ya 25 ê miha Êlûnê pêk hatî, ne tenê piştgirîya Kurdên başûrê Kurdistanê, lê belê piştgiriya hemî Kurdan wergirt. Her çend li bêdengiya li Bakurê Kurdistanê bal kişandibe jî, bi giştî Kurdan hestên xwe, germiya xwe ya li himber serxwebûnê bi piştgiriya xwe ya referandûmê ve diyar kirin.

Endamê ​​desteya PKK duran kalkan beriya Referandûmê jî daxuyaniyek dabû û têde qala bêkêrî û çewtiya referandûmê kiribû. Di wateyeke de derbirî bû ku eger referandûmek pêk bê jî ewê bi destê wan be.

Piştî Serketina vê Referandûma dîrokî ya Başûrê Kurdistanê Duran Kalkan daxuyaniyeka dî da û li ser Referandûma ku encamên wê olaneka bê hempa li cîhanê vedayî şîrove kir. 

Endamê Desteya Rêvebera PKKê Dûran Kalkan derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de ragihandiye, ku ev referandum ti pêwendî bi parçeyên din ên Kurdistanê ve nîne û ne di nava vî karî de ne.

Dûran Kalkan di daxuyaniyekê de ji medyaya nêzîkî PKKê re ragihandiye, ku ew bibûne sedem ku hemû hêzên li Kurdistanê bi hev re nakok bin, bi hev re şer bikin û anî ziman, ku ev hêzên qirker bi referandumê re bûne yek û ji nû ve li ser şerê li dijî Kurdan li hev kirine.

Dixwazin li ber çareserkirina pirsa Kurdî bibin asteng

Dûran Kalkan îdia kir, ku bi sazkirina referandumê li Başûrê Kurdistanê re armanc ev e, ku rê li ber çareserkirina pirsa Kurd bi awayekê demorkatîk were girtin û dibêje, ku di encama referandumê dê sîstemek nû ya dagerîkeriyê derkeve holê.

Kalkan wiha dibêje: “Bi rêya referandumê ew pêşhatên hevbeş ku têkoşîna bo azadî û demokrasiyê derxistine holê, dixwazin di bin sîstemeke nû ya dagîrkeriyê ku bi referandumê derdikeve, dubare sîstemê bi hev ve girê bidin. Bi vî awayî dixwazin rê li ber çareseriya azadîxwaz û demokratîk a pirsa Kurd bigirin.”

Dûran Kalkan amaje bi armanca sazkirina referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê dike û îdia dike, ku referandum hewldanek ji bo diyarkirina statuyê nîne, û bi gotina wî bo bazarîkirinan e.

Kalkan wiha dibêje: “Referandum veguherî wê yekê ku PDK ji nû ve qazancên aborî-siyasî bike, karibe ji nû ve hilbijaritinê bike û bi ser bikeve. Veguherî wê rewşê ku ji nû ve karibe desthilatdariyê bi dest bixe. Li holê helwestek demokratîk nîne. Parlamento kar nake, biryarê nagire. Kongreya Neteweyî nîne.”

Parçayên din ne di vî karî de ne

Kalkan herwiha amaje bi wê yekê dike, ku referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ti pêwendî bi parçeyên dinên Kurdistanê ve nîne û bi gotina wî parçeyên din ne di nava vî karî de ne.

Kalkan dibêje: “Parçeyên din ên Kurdistanê ne di nava vî karî de ne. Sibe hin hêz dikarin rabin ji nû ve tinekirin û înkarê ferz bikin. Ji xwe Îran, Iraq û Tirkiye bûn yek û gef xwarin.”

Ti rola PDKê di referandumê de nîne

Kalkan di beşeke din a daxuyaniya xwe de daye xuyakirin, ku ti rola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê de nîne û dibêje: “Dê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev biciviya û li Rojhilata Navîn demokrasiyek nimûneyî ya Kurd derketiba holê. Yekîtiya Kurdan a demokratîk dihate afirandin. Pêşî li wê hate girtin û hate sabotekirin. Hêzên ku pêşî li wê girtin, referandum derxistin holê. Ev ne îdia ye. Dikarim navê kesên ku ev kirine jî bidim. Ti pêwedniya vê bi PDKê re nîne. Ti rola PDKê di vê referandumê de nîne.”

 

Wî serkirdeyê PKKê gotiye, serxwebûn girêdayî modêla îdeolojîk-felsefî-ramanî ye û destnîşan kiriye: “Serxwebûna siyasî û şêweyê pêkhatina pratîkî ya serxwebûnê îdeolojîk-felsefî-ramanî ye. Pêwendiya serxwebûn û azadiyê bi demokrasiyê re heye. Demokrasî jî bi yekîtiyê pêk tê. Ev maf in û ne cihê nîqaşê ne. Eger ev yek dê bi referandumekê were kirin, ev mafê her kesî ye.”

dîtin: 66

Pêveker:

duran kalkan referandum pkk pdk