• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Du sundên metirsî

Du sundên metirsî


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Rezber 6, 2014, 11:16


Tirkiyê sund xwariye ku Kobanê bixe. Pkk jî sund xwariye ku biratiya xwe ya bi Tirkî re xirab neke.

Artêşeke Kurdan heye ku eve 40 salin Kurdan hemî tiştê xwe xistiye rêka vê artêşê . Kurdan hemî hêrsa dilê xwe, kîn û rik û,lome û gazinên dilê xwe xistine vê artêşê. Ev artêş hestên dilê hemî Kurdan kire gule û bera sîng û mêjiyê dijminan da. Ev artêş bû serhildana dilê Kurdan. Ev artêş bu rêka xwe derbirînê, rêka xwe pêşandanê, rêka destnîşankirina hebûna xwe.

Lê êdî qediya. Nefesa Kurdan di vê artêşê de qediya. 40 sal ji bo pêvajoyeke azadiyê pire. Bi taybet ji bo Kurdan pir pire. Êdî nefesa ku Kurd qîr bikin nema. Êdî zingilorka wan deng dernaxe. Hemî li çiyan bûne artêş, bûne çek, bûne PKK.

Eger ku îro, vê kêliyê jî ev artêş hestên hemî Kurdan dernebire û bo Şengal û Kobanê nekeve nava tevgerê wê demê hestên Kurdan, qêrîn û nalîn û hêrs û rika Kurdan wê demê hatiye fetisandin.

Eger ku îro, vê kêliyê ku 40 milyon mirov herkes li cihê ku lê giriyê Kobanê dike bi çeka destê şervanên PKK nekevê sînga dijminan wê demê nefesa vî gelî hatiye birîn.

Gel hew kare qîr bike, ji ber ku sûda xwe nîne. Ragihandina seferberiyê û ji gel xwestina seferberiyê wekî leyistika zaroka ne. Qêrîna qirika wî gelî îro bûye çek û li serê çiyane. Kulm û gopalê wî gelî îro bûye çek li serê çiyane. Ji tevgerekî wekî PKK bêhtir ev gel dikare çi bi afirîne?. Jê mezintir dikare çi ava bike? Ji ber ku ji berxika şivanekî zozanan hetanî bi zarokên 10 salî, ji kêrikekî biçûk hetanî bi avayî û mal, milk, semyan, ji dijûn hetanî bi kuştinan hemî tişt ji aliyê vî gelî ve hate dayîn. Xwedanê vê PKK ew dayikên ku îro ji girî pêve tiştek ji dest wan nayê ewin. Xwedanê vê PKK ew Kurdê ku erda axa xwe nedîtî lê hemî derfetê xwe rave kirî ewin. Xwedanê vê PKK ew şivan û gavanên ku bi mastê xwe şervan xwedî kirî, ew dayik û jin û xwişk û birayên girtiyan, şehîdan, û şervananin. Hemî kesê ku nefes ji bo vê tevgerê dayî xwedanê vê dozê ne.

Îro hemî kes pêşî bi Şengalê, paşê bi Kobanê dişike, dikeve, di hele û tune dibe.

Wê demê du rêk li pêş vê artêşa Kurdan dimînin. Yek an tê wan destên ku ji bo te vebûyî û çavlirêya tene binpê bikî, xwe pozbilind bikî û wekî henekê xwe bi wan bikî daxwaza şer û serhildanê û parestinê ji wan bikî… an jî tê wekî şûrê destê vî gelî erkên xwe yên dilê vî gelî bi cî bînî û ser dijminan bibirî. Ji van herdû rêkan cûdatir tu rêkên dîtir nînin.

Êdî PKK, şûrê vî gelî, çeka vî gelî, guleya ku hestên vî gelî li dilê dijminan dixe dê rêka xwe diyar bike. Û di vê demê de.

Pêwistiya PKK pê nîne ku kesek PKK hînî siyasetê jî bike. PKK têra xwe siyasetê dizane. Wê demê ji şivanekî li ber pez bêhtir jî dizane ku DAÎŞ cehşên Tirkiyê ne, heman wekî wan cehşên ku bi dehan sal dijî şervanên Kurd şer kirin.

Wê demê eve çi xwelî li serîye ku ji devavêtina daîşê wêdetir tu tevger nînin. Eve çiye ku bi rêka siyasetmedarên Kurd herroj pesnê rêvebiriya Tirkiyê tê dayîn û DAÎŞ tê lanetkirin?

Piştî ku Şengal ket û Kobanê çû;

Ez gu bixme wê –Pêvajoya çareseriyê-
Ez gu bixme wê – Komara Demokratîk-

Ez gu bixme wê – paseporta hemwelatiya demokratîk- ku wekî hestiyê ber devê kuçika hetanî 50 salî dîtir jî tirkî nade Kurdan.

Ez gu bixme wê – biratiya gelan- ya ku Kurd pê dibine qurbanî.

Ez gu bixme wê – Xweserî an jî xwelîliseriya demokratîk-.

YPG PKK jî be hetanî li Tirkiyê hefta vê leyistokê neyête rakirin. Hetanî li Tirkiyê pêl tirya Tirkiyê neyê kirin, hetanî li Tirkiyê guhê tirkiyê neyête kişandin, hetanî li Tirkiyê tola sedhezaran şengalî û milyonan rojavayî neyê wergirtin, Ne xeyalên serkeftinê bi cî dibin, ne meş û xwepêşandanên kolanên ewrûpa bikêrî tiştekî tên, ne çûyîna ser sînoran sûda xwe dide Kurdan.
Êdî zarokên Kurdan jî dizanin û têdighêjin ku dermanê serkeftina Kurdan di Tirkîdeye.

Lê hetanî vê kêliyê jî ji çîrokan bêhtir tu tiştek di asoyê siyasetê de ne diyare. Herroj pêvajo xirab dibe, herroj pêvajo dighe armanca xwe, herroj daxuyaniyeka dîtir ku tenê dilê xortan aram dike tê dayîn.

 

DAÎŞ aha waye li Sitenbolê fermî dimîne. Aha waye li Amedê komeleya wan, camiya wan û rojnameyên wan hene. Aha waye her wargehekî Tirkiyê di xizmeta DAÎŞ deye. Aha waye sînorê Tirkiyê ji bo daîş vekiriye.

Derdê hemî Kurdan. Kurdên ku dibêjin em ne Kurdin jî ewe ku îro li gel evqas derfet û hêza mezin ya Kurdan hezar mixabin ku derveyî welatên Ewrûpî û rojavayî, hêzên Kurdan yên herî mezin, PKK û PDK jî ji xwere temaşeyî rewşa Kobanê dikin.

Bawerim ji bo herdukan jî –Mercên cografya- dest nadin.
Mercên Erdê Tirkiye. Qorziyeke tirkî di destpê PKK deye, yek di destê PDK deye. Hun li kîjan fezayê li dijminekî dî digerin?

 

dîtin: 234

Pêveker:

du sundên metirsî