• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
E, EN, ENE, AN di Paleyî (Pehlewî) de

E, EN, ENE, AN di Paleyî (Pehlewî) de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 16, 2017, 1:14


Di zimanê Kurdî-kevin (Paleyî - Pehlewî)de ji bo nerêkirin û ekskirina peyvan, amraza (E, EN, ENE, AN) hene û hatine gotin ku di niha de deng û tîp, cihên xwe gohrîne û bûne (NE yan Bê). mînak:

Paleyî – Niha

Eçar . Neçar

Eçîş . Bêhîç

Edad . Bêdad

Ehoş . Bêhoş, Bêhiş

Ehuner . Bêhuner

Emerg . Bêmerg, Nemir

Enehemî . Nehemî, Yeknebû

Enasan . Neasan, Nehêsan

Enya . Newa, Newisa

Erast . Nerast

Û...

lê bo nimûne em dibînin di zimanê Îngilîzî de amraza (EN) ku ji bo bervajîkirina peyvan e her weke xwe maye ku bi (UN) tê nivîsandin, mînak:

Like . Unlike

Friend . Unfriend

Load . Unload

Able . Unable

Accountable . Unaccountable

Û...

Îngilîz kaniye sûd ji amraza (EN)werbigire, herwiha zimanê Kurdî jî di niha de dikane sûd jê bigire eger di hinek cihên taybet de jî bibe, ev yek giranî û zengîniyekî baş dide zimên.

Herwiha ji bo agahî û zanyariyan, vekolîn û peyçûna zimanê kevin û zarên din ên Kurdî pêwîst in, bi hêviya van vekolîn û peyçûnan bibine cihê sûd û zanyariyên we.

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 8

Pêveker:

e en ene an di paleyî (pehlewî) de