• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êdî Whatsapp ê di pc de jî bikar bînin

Êdî Whatsapp ê di pc de jî bikar bînin


barkirin: Rêbendan 17, 2015, 9:01


Ji bo kesên ku pir li ser computerê kar dikin lê belê di heman demê de bernameya peywendî û parvekirina belgeyan Whatsapp ê jî pir bikar tînin rêkekî hesan ji aliyê Whatsapp ê hate pêşxistin. Bi du livan ve hun dê karibin whatsapp ê di pc ya xwe de jî yekser û hesan bikar bînin.

Ji bo ku hun whatsapp ê di computerê de bi hesanî bikar bînin
1 – Pêşî divê hun geroka (Chrome) daxînin. Piştî we Chrome vekir. navnîşana www.web.whatsapp.com bidin û yekser barkod derdikeve pêş we.

2- Di Whatasppa telefona xwe de biçin ser -Sererastkirinan-

3- Paşê wêneyê wê kodê bikşînin û yekser Whatsapp ê di pc de bikar bînin.
Bi vî rengî him hun dikarin belgeyên pc jî di whatsapp ê de bikar bînin him jî nivîsa we ya pc çi zimanî be hun dikarin wêya di whatsappê de jî bikar bînin.

whatsapp_pc2 Screenshot_2015-02-17-20-29-31

dîtin: 473

Pêveker:

Êdî whatsapp ê di pc de bikar bînin