• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eger beşdarî tevgera leşkerî bibe em dê li Tirkî bixin

Eger beşdarî tevgera leşkerî bibe em dê li Tirkî bixin


barkirin: Êlûn 4, 2013, 2:32


Cêgirê Wezîrê Karê derve yê Surî Faysal Mikdad daxuyaniyên balkêş dan. Got ku eger tevgereke leşkerî dijî Sûrî pêk bê em dê ne tenê li Israîlê bidin em dê di heman demê de li Urdun û Tirkî jî bidin.

Cêgirê Wezîrê Derve yê Sûrî Faysal Mikdad ji nûçevanê Wall Street Journal Sam Dagher re axifî. Di daxuyaniya xwe de Mikdad got ku “Em hêvî dikin ku karmendên Emerîkî bi hişmendî nêzîkî bûyerê bibin, dê dengê dadê guhdar bikin û ji tevgerên têkdanê dûr rawestin.”

Mikdad li ser desttêwerdaneke leşkerî ya dema bêt, gefên vekirî li welatên herêmê yên piştgirên Emerîka kir. Di gefên xwe de Cêgirê Wezîrê karê derve yê Sûrî aşkire rave kir ku ewana di rewşa tevgerekî leşkerî de dê ne tenê êrîşî Sûrî bikin di heman demên de dê êrîşî Urdun û Tirkiyê jî bikin.

Di dirêjiya gotinên xwe de Mikdad weha got “Di bûyina şerekî bi vî rengî an jî êrîşeka leşkerî ya dijî Sûrî de tu kes nikare li ser rewşê zal bibe û dê him li Sûrî him li dewrûberê Sûrî têkçûnekî mezin rû bide.”

 

rewanbej.com

dîtin: 201

Pêveker:

eger beşdarî tevgera leşkerî bibe em li tirkî bixin