• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eger dinya xirab bibe tenê ev zîndar dê bijî

Eger dinya xirab bibe tenê ev zîndar dê bijî


barkirin: Pûşper 15, 2017, 11:37



Li gorî lêkolînekê hirçeke avê bi navê Tardîgrada dikaee jêr sifirê di 270 pîvanî di sermayê an cemedê de, ser sifirê 150 pîvanî di germê an agir de kare bijî.

Li gorî lêkolînê ev ajel dikare 30 salî bêyî tiştekî bjxwe bijî.

Li gorî lêkolînvanên Oxford û Harvardê ev ajela ji milimetreyeke biçûktir zîndarê herî saxlem û bihêz yê dinyayê xuyan dike.

Eger dinya xirab bibe

Li gorî lêkolînvanên Oxford û Harvardê, ev hirçên avê, dema kevirên asmanan li erdê bikevin, dema spernova an jî dema ronîya gama bi teqe, an jî her awayê felaketê hetanî deh milyar sal jî dê karibin bijîn.

Ji zankoya Oxford ê Rafael Alves Batista weha dibêje; "Em mirov pir nazikin, teknologiya me diparêze nebe, guhertinên mezin yê erdê dê bandoreka mezin ser me bikin."
Batîsta dibeje; "Li dinyayê çeşnên pir cûda hene. Dema mirov tune bibin jî demên pir dirêj di gerdûnê de dê karibin jiyana xwe bidomînin.

Li gorî lêkolînên vê komê gelek bûyerên mezin yên xwezayî dinya û mirov dikarin tune bibin. lê dîsan jî li ser rûyê okyanosan ev hirçên avê dê karibin bijîn.
Lêkolînvan dibêjin tenê teqîna rojê dikare jiyana van zîndaran bidawî bike.

Li gorî lêkolîner dibêjin, eger ev ajelana di her mercî de dikarin bijîn wê çaxê li fezayê, gelek deverê gerdûnê dibe jiyan hebe. 

dîtin: 103

Pêveker:

hirçê avê tardigrada