• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eger hato Kurd derketin felatê

Eger hato Kurd derketin felatê


nivîskar: Omer Dilsoz
barkirin: Hêzîran 29, 2017, 2:39


Îbnî Haldun, berî bi salan pel û arî bi zimanê xwe veda got, “Erd(nîgarî)ê mirov, qedera mirov e” û jê pê ve, hê jî erdê me wekî hûtekî heftserî ‘çarenivîsa me’ dimije.

Bindestî, hevsarekî bîjî ye û di stûyê me vê axê, vî warî ve daliqandiye.

Bindestî belkî ne ‘qedera me’ lê kedera me ye û em bi vê kul û kederê di nav mista dinyayê de diperçiqin.

Niha, dergehê felatê li ber me vedibe. Qedera vî warî ji sertapê ji nû ve tê nivîsandin. Xwîn ji axê têr bû; ax ji xwînê westiya. Niha dora lêkirina ‘dinyayeke dî’ ye, belkî jî divê em baweeriyê pê bînin ku dinyayek dî ‘mimkûn e’ û va ye ava dibe.

Kurd, ji aliyê dinyayê ve dereng hatin naskirin. Belkî jî li ser rûyê erdê, parzemîna herî dereng kevşlêbûyî her Kurdistan be.

Di nav zikê dinyayê de, li dergûşa mirovahî axa Beth Nahrînê, parçeyekî ava berze… Niha, ev ax xwe dadweşîne û ji kêsel û kêsên xwe şîn dibe.

Ax, riya felatê dide ber me; ax, bi xwînê dibişkive û niha dinyayeke nû li ber destê vê serdema har û hov ava dibe.

Îro, hişê me zora me dibe, baweriyên me serobin dibin; her tiştê me heta îro pê dizanî û pê bawer dikir, bi carekê de berepişt dibe û serobin dibe. Niha, kevşa nû ya cîhana modêrn, kurd in.

Li vê erdnîgariya ku ‘dad û dad” kufikî bûye, li vê parzemîna ku “heq û hiqûqa biratiya dînî, biratiya etnîkî, biratîya mehzebî” bûye jajî û kufnikê lê daye, li vê cîhana ku “wateya rengan û dengan” ji binî ve hilweşiyaye, kurd, di dergûşa sava ya felatê de, serî dihilînin û perr û berperên dîrokê ji nû ve dinivîsin.

Kurd, ne tenê Rojhilata Navîn, belkî jî bi deverûkirina DAÎŞê tevahiya dinyayê ji ‘mîkrobeke kujinde’ xilas dikin.

Ev, bi vê cangoriya xwe, ezberên emperyal, ezberên ummetî, ezberên ‘erd qedertiyê” bi erdê re pan dikin û li şûna wan, “mimkûn e, dinyayeke dî! Mimkûn e rûmet, şanazî, mirovahî, pêkvejiyan û azadî!” lê dikin.

Kurd, di vî kendalê lanetkirî de, Kurdistaneke spehî ava dikin.

Sibe, heke hato, kurd gihîştin felatê, bizanibin ku Xwedê bi rastî jî heye. Xwedê heqê destê rastê ji yê çepê re nahêle! Ger te bi fen û fûtên zaliman nekarî jî, Xwedê misîbetekê tîne û berhingarî wan dike. Çimkî, “dad û dad” dergehên Kurdistanê ava dikin.   


Tevayî nivîsên Omer Dilsoz di Rewanbêj de
Omer Dilsoz kî ye?

dîtin: 367

Pêveker:

omer dilsoz eger felatê kurd