• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Egera darvekirina girtiyê Kurd li Urmiyê

Egera darvekirina girtiyê Kurd li Urmiyê


barkirin: Gelawêj 26, 2015, 9:34


Li gor zanyariyan girtiyê Kurd yê bi navê Bêhroz Alxanî (30) ji bo cîbicîh kirina hûkmê darvekirinê ji benda giştî ya girtîgeha Urmiyê bo hucreya takekesiyê hatiye veguhestin.

Elxanî di meha çileya 2010ê de li bajarê Selmas a rojhilatê Kurdistanê hatiye binçav kirin û zêdetirî salekî bê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbatê re di hucreya takekesiyê de hatiye ragirtin.

Liqa yek a dadgeha İnqilabê di sala 2011ê bi tawana hevkariya di terora dozgerê bajarê Xoyê û hevkariya bi Partiya Jiyan a Azad a Kurdistanê (PJAK)ê re û muharibe (şerê bi xwedê re) û bi îdîaya hebûn û bazirganiya çekan deh salên girtîgehê ji bo navirî diyar kir. Piştre ew hukim ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê hate betal kirin û ji bo pêdeçûna dubare dosyeya navbirî bo liqa 10 dadgeha Urmiyê hate şandin. Lê dadgeha pêdeçûnê hukmê darvekirinê ji bo navbirî diyar kir.

 

Bi belav bûna nûçeya veguhestina Alxanî ji bo hucreya takekesiyê di torên civakî de, malbata navbirî serdana girtîgeha Urmiyê kirine lê ji aliyê rayedarên girtîgehê rastî gef û êrişan hatine.

Rêxistina Efûya Navnetewî (Emenesty İnternational) ê di daxûyaniyekê de ji rayedarên Îranê dixwaze darvekirina vî girtiyekî Kurd bisekinînin.

Di beşeke daxuyaniya rêxistina mafê mirovan de sepandina hukmê darvekirinê ji bo vî girtiyê siyasî yê Kurd ’’ne adilane’’ hatiye wesif kirin.

Herwiha ji bo piştevaniya Bêhroz Alxanî û malbata wî û nîşandana nerazîbûnê, beşek ji xelkê Urmiyê li berdem girtîgeha Urmiyê kom bûne.

Tê gotin herdem egera darvekirina Bêhroz Alxanî heye.

darvekirin_rojhilat01

dîtin: 350

Pêveker:

egera darvekirina girtiyê kurd li urmiyê