• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ehmed Turk: Yekîtî û aşitiya Kurdan, yekîtî û aşitiya Rojhilata Navîne

Ehmed Turk: Yekîtî û aşitiya Kurdan, yekîtî û aşitiya Rojhilata Navîne


barkirin: Gelawêj 17, 2013, 7:36


Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Ehmed Turk diyar kir ku Kongreya Netewî ya Kurd ji bo hemû Rojhilata Navîn giringe û daxuyand ku yekîtî û aşitiya gelê Kurd dihête wateya yekîtî û aşitiya gelên Rojhilata Navîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Ehmed Turk ji bo beşdarî civînên komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd bibe hatiye Hewlêrê, der barê geşedanên vê qonaxê de ji Ajansa Dîcleyê re axivî. Ehmed Turk diyar kir ku kongreya netewî ji bo gelê Kurd pirr giringe û got ku ji bo di navbera partî û hêzên Kurd de yekîtî pêk bihêt eve bingehek giring yê diyalogê ye.

Turk da zanîn ku hemû dewletên ku Kurd lê dijîn ji nêz ve kongreyê dişopînin û got: ‘Yekitiye gelê Kurd yekîtiya gelane, wekheviya gelê Kurd wekheviya gelane. Siyaseta gelê Kurd jî siyaseta biratiya gelane. Me divêt ku hemû gelên herêmê bibin xudan siyesetek birayetî. Me jiyanek nû yê demokratîk divêt.’

Çarenûsa hemû Kurdan bi hev ve ye

Ehmed Turk daxuyand ku heger gelê Kurd azad be dikare zêdetir bi gelên din re pêwendîdar be lê beriya her tiştî yekîtiya gelê Kurd pêwîste. Der barê Rojavayê Kurdistanê de jî Turk diyar kir ku pêwîste hemû partî û rêxistinên Rojava bi prensîbek hevbeş siyasetê bikin. Turk got: ‘Çarenûsa hemû Kurdan bi hev ve ye. Heger berxwedana Rojava bişkê dê Bakûrê Kurdistanê jî ji vê yekê zerar bibîne. Siyaseta ku îro çeteyên li Rojava êrîşê Kurdan dikin, heger ser bikeve eve dê bo gelên herêmê jî bibe sedema kaosê.’

Di berdewama axaftina xwe de Turk diyar kir ku ji bo Rojava ew ji êrîşên çeteyan û êrîşên rejîma Esed natirse lê belê heger siyasetek hevbeş û yekgirtî ya Kurdan ne eve xetertire. Ehmed Turk got ku ew ji dijberiya siyaseta partiyên Kurdan ditirse.

 

 

dîtin: 321

Pêveker:

ehmed turk yekîtî û aşitiya kurdan yekîtî û aşitiya rojhilata navîne