• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
El Kurdî: Şerê li navçeya Kurdan xizmeta rejîmê dike

El Kurdî: Şerê li navçeya Kurdan xizmeta rejîmê dike


barkirin: Pûşper 28, 2013, 4:08


Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Azad ya Sûriyê Malik El-Kurdî got ku ew li dijî ne ku komên çekdar derbasî navçeyên Kurdan bibin.

Li gor nûçeya malpera Rûdawê Malik El-kurdî ragihandiye ku destlêwerdana navçeyên Kurdan dê bibe sedema derketina şerê Kurd û Ereban. Nûçe dibêje El-kurdî diyar kiriye ku gelek belge di destê wan de hene ku kê navçe xistiye nava krîzê de û dê di dema guncayî de wan belgeyan aşkere bikin.

Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Azad her wiha gotiye ew karên Cebhet El-Nursa ku li navçeyên derdora bajarokê Girê Spî dike, şermezar dikin ji ber ew şer dikeve xizmeta rêjîmê. Malik El-kurdî welatên rojava tometbar kiriye ku rê li ber derbasbûna Cebhet El-Nursa û grûba bi navê `Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê` di nava xaka Sûriyê de xweş kirine daku temenê rejîma Beşar Esed dirêj bikin.

El-kurdî tekez kiriye ku ew wek Artêşa Azad li dijî Cebhet El-Nursa û grûbên din yên radîkalin û dibînin ku ew grûb di berjewendiya rejîmê de tev digerin.

El-Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî tometbar kiriye ku alîgirê rêjîmê ye. Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Azad Malik el-Kurdî destnîşan kiriye ku pilaneke navdewletî heye da ku Sûriyê bikeve nava milmilaneyên navxweyî ku parçe bibe.

El-kurdî eşkere kiriye ku dema Artêşa Azad li Hims û Şamê şer dike, tu alîkariyên leşkerî nagihinê, lê berevajî dema grûbeke ji bo şer diçe navçeyan Kurdan, alîkariyên çekdarî ji welatên herêmî û Ewropî bi ser de diherikin.

Jêder Rudaw

dîtin: 125

Pêveker:

el kurdî Şerê li navçeya kurdan xizmeta rejîmê dike