• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Elîsa Mîlano Bi riya Seksê bal dikşîne ser rewşa Sûriyê

Elîsa Mîlano Bi riya Seksê bal dikşîne ser rewşa Sûriyê


barkirin: Êlûn 8, 2013, 11:14


Bo gîhandina dîtin û boçûnên xwe û balkişandina ser rewşa Sûriyê bi riye enternêtê, hindek kes fikrên ecêb liba wan çê dibe û yek ji wan fikran jî “Sekse.”

Xanima ektera Emerîkî Elîsa Mîlano girteyekî vîdeoyî belav kiriye û têde li gel zilamekî di rewşekî germûgur daye û piştre jî berê kamîreya xwe dide televizyona xwe taku balê bikşîne ser pêşkêşarekî ku behsa rewşa Sûriyê dike.

Her çend Mîlano dibêje ku bi bê rezamendiya xwe girteya vîdeoyî belav kiriye lê belê ew girteya di torên civakî de gelekî hate temaşe kirin. Yek ji kesên ku şîroveya xwe li ser vîdeoyê kiriye weha nivîsiye: “We çaverê dikir ku ew şaşîtiye bikeve destê we û Elîsa di dema sêks de bibînin? Wê tomarê bi temamî bibûînin taku hûn zêdetir sebaret bi Sûriyê bizanin wê demê hûnê li dawiya girteyê tê bighên ku mebesta min çibû.”

Mîlano, tenê bi karê hunerî binavûbang nîne, belku bi karên xêrxwaziyê jî bi navûbange û wek balyozê niyazpakiyê ji aliyê rêxistina UNCIEF hatibû destnîşan kirin. li sala 2003`an li gel rêxistinê çûye Engola bo hevkarîkirina zarokên wî welatî û piştre jî di sala 2005`an çûye Hindistanê û niha jî li gel heman rêxistinê kar dike bo cîbicîkirina çend projeyekî taybet bi zarokan li seranserî cîhanê.

rewanbej.com

alissa79

Alyssa-Milano-Touch-alyssa-milano-840469_1066_1600

dîtin: 328

Pêveker:

elîsa mîlano bi riya seksê bal dikşîne ser rewşa sûriyê