• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Elmanya; Em êrîşa dijî DAÎŞ silav dikin lê êrîşa dijî PKK ji ku derket?

Elmanya; Em êrîşa dijî DAÎŞ silav dikin lê êrîşa dijî PKK ji ku derket?


barkirin: Pûşper 25, 2015, 10:44


 

Wezîra parestinê ya Elmanya Ursula von der Leyen êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser deverên terorîstên DAÎŞ û wargehên Şervanên Kurd şirove kir.

Wezîra parestinê ya Elmanya di daxuyaniya xwe de ku di weşanên giring wekî BILD û Spiegel de êrîşên artêşa Tirkiyê yên dijî DAÎŞ pîroz kir û silav kir lê belê di heman demê de diyar kir ku tu wate nedane êrîşên dijî PKK.

 

Di daxuyaniyên çapemeniya Elmanya de aşkere êrîşên Tirkiyê dijî şervanên Kurd wekî pêvajoyeka metirsî hate binavkirin û hate gotin; Hêza dijî terorîstên DAÎŞ şer dike li Sûrî û Iraqê PKK bû û piştî demeke dirêj ya agirbestê û rewşa aşîtiyê êrîşeka bi vî rengî dijî hêzên PKK rewşa aram ya Tirkiyê jî xistiye nava metirsiyeke mezin.

Di nûçeyan de hate diyarkirin ku êrîşên Tirkiyê dijî DAÎŞ li gorî benda 51. Ya neteweyên yekgirtî pêk hatiye û hate diyarkirin hetanî neha Tirkî bi zanebûn dijî DAÎŞ ne dikete tevgerê de.

Di çapemeniya Elmanya de wêneyên êrîşan yên ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatî belavkirin hatine weşandin.

dîtin: 488

Pêveker:

elmanya em êrîşa dijî daÎŞ silav dikin êrîşa dijî pkk ji ku derket