• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Elmanya giraniya xwe dide Herêma Kurdistanê

Elmanya giraniya xwe dide Herêma Kurdistanê


barkirin: Rezber 5, 2014, 11:40


Elmanya piştî daxwaza Emerîka ya tekoşîna li dijî DAÎŞ arîkariya xwe ya ji bo Kurdan zêdetir dike û giraniya xwe bêhtir dide Herêma Kurdistanê. Li gorî zanyariyên ajansa nûçeyan ya Elmanî DPA  dê artêşa Elmanî bêhtir giraniya xwe bide Herêma Kurdistanê. Li gorî nûçeyê di nava wan gavên ku bêne avêtin de; vekirina navendeke perwerdeya leşkerî li Hewlêrê û ji bo perwerdekirina leşkeran şiyandina hindek sertîp û rêvebir û bisporên leşkerî hene. Li gorî zanyariyên rojnama Spiegel Online ev zanyariyana di daxuyaniya Wezîra Parestina Elmanya Ursula von der Leyen ya ku êvara Înê dayî Meclîsa Federal de hatine diyarkirin.
Hetanî neha 13 leşkerên artêşa Elman ji bo Perwerdekirina Pêşmergeyan li Hewlêrê dimînin.

 

dîtin: 442

Pêveker:

elmanya giraniya xwe dide herêma kurdistanê