• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Em îdî azad û serfirazin, her tenê Konferans li me kêmin?

Em îdî azad û serfirazin, her tenê Konferans li me kêmin?


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Gelarêzan 24, 2014, 1:13


Dibêjin, li Hewlêrê konfêransa parstina jinan, jîyana aramî û aşîtîyê destpê kirîye?!
Biborin, konfêransa çi? Dêmek, em di guhê gê da razane û em haj bayê dinê tunene, ku îdî Kurdistan rizgar bûye?!
Dibek, kurd, tirk, fariz û erebên zengî dîsa birane, def û zûrne lê dikeve, Şengal rizgar bûye, Kobanî azad û serbest bûye û li Herêma Kurdistanê şayî û eşqe, lê em xewda mane?

Dibêjin, li Herêma Kurdistanê kêf-kêfa feqîr û belangazane, pêneber û rebanane, qiralê pêtrolê û xulamên wane?
Lê ji bo çi heya me ji vê «bûhûştê» tune ye?
Dibek, li Hewlêrê jîyana aramî û aşîtya gelan ya bextewar destpê bûye, lê em haj pê tûnene?! Lê teqîna dûh na pêr li kuda çû?..

Dibêjin, ku «giregirên mala Şêgo» li hev civyane, gişke bi filan û bêvane, qelînên destên wan da şêlaze, gulavtûne, fîncana qawê danîne li ser taxima zêrîn û qala biratîyê, dostanîyê û aşîtîyê bi nûnerên dewletên cînar û avropayê ra dikin?!

Em haj pê tunene!
Dibek, her tişên me îdî serrast û dûze, me îdî her tişt dest anîye, naha tenê konfêrans me kêmin?!
Îjar çi konfêrans, konfêransa parstina jina, jîyana aramî û aşîtîyê!.. Ha, ha, ha!..
Gelo li Kurdistanê jîyana aramî maye?
Gelo li Kurdistanê mafên kurdistanîyan, bi taybetî yên jinan tê parastinê?

Bavo, her çiqas em dizanin, li Kurdistanê şere!
Şengal bindest û zare-zare!
Kobanî birîndare, xwîn jê diherike!
Bi sedan hezaran pêneber li çol û bestane!..
Lê gelo naha dema konfêrans-monfêransên virr û derewe?
Îjar çi konfêrans, konfêransa jinan, ya jîyana wan, ya jîyana aramî û bexterwar?!..

Baş dibe, ku seroketîya Herêma Kurdistanê konfêransan li ser rewşa pêneberan (va zivistan hat), alîkarîya mirovayê û çareserkirina pisgirêkên wane aborî bike! Ne, axir, mîlîyon û nîvek pêneberên bê mal û hal li Kurdistanê mane weyneçar!..

Bila seroketîya Herêma Kurdistanê konfêransan li ser gelkujîya gelê me, li ser hovîtîya çeteyên têrorîst daxe û bang bike!

Bila konfêransa yekîtîya gelê kurd pêk bînin, konfêransa navnetewî damezirînin, ku komkujîya gelê me wek gênosîd li cîhanê nas bikin!

Yanê na, feyda van konfêransên firr û derew wek qurûşekê ye!..
Ev rêklama bê tam, bê raman û fikre!..

Îro di mala me da şere, dijmin derê me girtîye, jin û zar, kal û pîrên me dikuje, namûsa me ra dilîze, lê em qala parstina mafên jinan, jîyana wane bextewar dikin?!
Gelo em kê dixapînin?..
Em berê yekemîn xwe û gelê xweyî azayîhiz, dilovan, efat û egîd, serblind û kubar dixapînin!
Destûra tu yekî tune, ger şa be yanê padşa be, ku rabe û ji bo berjewendîyên xwe vî gelê hêsîr û belangaz, lê efat û mêrxas bikene!..
Gelo me ra şerm nîne!..

Biborin, ku gilîyê rast ji me derdikeve!..

 

dîtin: 204

Pêveker:

em îdî azad û serfirazin her tenê konferans li me kêmin